Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir

  • rojane
  • 11:54 4 Tîrmeh 2022
  • |
img

SEMSÛR - Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de 18 bersûcên ku ji qetilkirina 3 jê zarok bi giştî 7 sivîlan a di bin çavan de, bi sedema “delîl nehatine dîtin” biryara beraetê hate dayîn. 

Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.
 
Şandeya dadgehê îdia kir ku delîlên teqez ên ku têkiliya bersûcan bi bûyerên navborî re diyar bike li holê nînin û bi vê sedemê jî biryara beraetê da. 
 
Ji parêzerên mexdûran Erdal Kuzu, Gulistan Duran û ji xizmên windakiriyan Abdulazîz Altunkaynak, Omer Coşkun, Ahmet Akyon, Hîznî Dogan û Kasim Aslan beşdarî danişînê bûn. Ji bersûcan Hurşît Îmren, Haydar Topçam, Mahmût Yilmaz û parêzerên hinek bersûcan jî li bajarên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Bersûc û parêzerên bersûcan ên din jî hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê beriya niha gelek caran biryar da ku dozger Ahmet Kul were guhdarîkirin lê belê tevî ku bi ser re 5 sal derbas bûbûn jî nehate danişînê. Şandeya dadgehê ji biryara guhdarîkirina Kul lêvebû. Şandeyê asta dosyayê niha tê de û biryara lêgerînê ya Kul weke hinceta vê biryarê nîşan da.

DOZGER MUTALAAYA XWE DUBARE KIR

Dozgerê dosyayê mutalaaya xwe ya berê ku digot “delîlkên têrker tune ne” û daxwaza beraetê dikir, dubare kir.

Piştre jî birayê Seyhan Dogan ê 14 salî, Hîznî Dogan axivî û wiha got: “Dozger dibêje ku delîlên têrker tune ne. Ji sala 1996'an heta niha ezmanê me mehî ku dibêjin 7 cenazeyên hatine şewitandin hene. Îro dê ev dadgehe biryarê bide bê ka em hemwelatiyên wekhev in an na. Min cenazeyê birayê xwe li qada ewlekariyê ya hêzên hewlekariyê dît.”

‘DAYIKA WÎ DI HILCOYA FILISTÎNÊ DE DÎT’

Bavê Davût Altinkaynak ê 12 salî, Abdulazîz Altinkaynak jî di danişînê de wiha got: “Em vê mutalaayê red dikin. 27 sal berê zarokên me avêtin bîran. Li arşîvan binêrin, wê demê hûn dê bibînin bê ka zarokê min ê 12 salî birin kî derê. Qada operasyonê û bîra bi kûrahiya 120 mîtroyan a ku me Davût tê de dîtibû li heman herêmê ye. Dayika wî li qereqolê Davût di hilcoya Filistînê de dît. Cerdevan û leşkeran Davût ji malê girt û birin avêtin bîrê. Kujer beraet dikin. Biryarên xwe bi wijdanî bidin. Me baweriya xwe bi vê dadgehê anî û ev 7 sal in em tên vê derê. Lê em rastî zilmê hatin. Em tên lê bersûc çima nayên. Ez heta dawiyê dozdar im. Em dozgerên biwêrek dixwazin. Di sala 1996’an de min bo dozgeriyê daxwazname nivîsand lê encamek jê derneket.”

Kurê Mehmet Emîn Aslan ê bi navê Kasim Aslan, birayê Abdurrahman Coşkun (21) ê bi navê Omer Coşkun û kekê Nedîm Akyon (16) ê bi navê Ahmet Akyon jî xwestin ku dadgeh êdî biryarê bide û daxwaza edaletê kirin.

‘EV NE DOSYAYEKE WISA YE KU BI SER WERE GIRTIN’

Parêzerê mexdîran Erdal Kuzu jî bi bîr xist ku di salên 90’î de dihat gotin ku “yên ji bo dewletê guleyan ber dide û yê dixwe jî kesên xwedî şeref in” û destnîşan kir ku dozger bi mutalaaya xwe parastina bersûcan kiriye. Bi domdarî Kuzu anî ziman ku mutalaaya dozger hêjayî guhpêdayînê nîne û wiha domand: “Kesek pîte bi gotina ku di salên 90’î de qeydên kamerayê tune ne nake. Ev, nêzikatiya li dijî kurdan e. Heke hûn bixwazin delîlan bibînin, dayika Davût Altunkaynak delîleke. Lê heke hûn vê nebînin jî wê demê kujeran pîroz dikin. Em ê gelek li ser vê mutalaayê biaxivîn. Ji ber ku di wijdana mirovahiyê de birîn vekirin. Mutalaayeke ku naxwaze îfadeyan bibîne, hiqûqî nîne. Ev mutalaa dewletê pîroz dibîne. Heke hûn bipirsin bê ka edalet çi ye, em kurd dê bibêjin xeyalek e. Mirovên bi muebbeta giran tên darizandin neanîn danişînê. Baş e ev kes vê baweriyê ji ku digirin? Ji zîhniyeta darazê digirin. Ev ne dosyayeke wisa ye ku bi ser were girtin. Cenazeyên malbatan hene. Ji ber tunebûna qeydên kamerayan nabe ku bi hinceta delîl tune ne were girtin.”

‘BI AWAYEKÎ FERMÎ HATIN BINÇAVKIRIN’

Bi domdarî Kuzu diyar kir ku cenaze ji bîran hatine derxistin û wiha pê de çû: “Davût Altunkaynak û Nedîm Akyun li gundê Ulaşê hatin dîtin. Dayika Altunkaynak di her danişînê de got ku wê kurê xwe li qereqolê dîtibû. Nabe ku ev rastî tune bê hesibandin. Abdurrahman Coşkun li Qoserê hate dîtin. Bi awayekî fermî hatin binçavkirin. Hûn nikarin vê jinedîtî ve bên. Xuyaye bê ka çawa kuştine. Hîznî Dogan birayê xwe ji cilên wî nas kir. Li gundekî hatiye valakirin û di bin kontrola dewletê de hate dîtin. Keça Suleyman Seyhan li pêş çavên wî tazî kirin. Bîlal Batir ji ber ku cihê cenazeyan got lewma hate qetilkirin.

BERSÛC LI XWE MIKÛR HATIN

Heke hûn bixwazin biryara xwe bi awayekî bêalî bidin, hemû delîl vekirî ne. Peywirdarê fermî yê dewletê Adem Kul got ku hatine binçavkirin. Lê me ev binçavkirî di bîran de dîtin. Ma delîla ji vê mezintir heye? Îfadeyên karmendên dewletê û çawişên pispor hene. Mamosteyên wê demê gotin ku xwendekarên wan hatine binçavkirin. Me gelek şahid guhdar kirin. Me kesên wê demê bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin guhdarî kirin. Ev kes teslîmî dewletê hatin kirin. Ma gelo kesek napirse bê ka ev kes çawa ji wan bîran derketin? Li devera ku tenê dewlet diketê û derdiket me cenaze dîtin. Bîr, ji bo kurdan trajediyeke dîrokî ye. Ew gund  tevek jî navendên îşkencexaneyê ne. Bersûc bi xwe li xwe mikûr hatin. Cerdevanan gotin ‘me binçav kirin û cihê malê min nîşan da.’ Kerîm Şahîn binçavkirinê qebûl dike. Fettulah Çelîk dibêje ku Bîlal Batir ji ber ku cihê cenazeyan nîşan da lewma hate kuştin. Ma dê ji Topçam nayê pirsîn bê ka ev mirov çawa hatin qetilkirin.

Hemû înfaz bi fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Dargeçîtê Mehmet Tîre ve hatin dayîn. Dê li ser biryara we bê axaftin. Heke biryara beraetê were dayîn dê ev çîroka sedsalî dîsa bidome. Destûrê nedin vê. Em dixwazin ku hemû bersûc bên cezakirin.”

Piştre jî ji parêzerên mexdûran Gulistan Duran diyar kir ku mutalaaya dozger birîneke xedar di wijdana cemaweriyê de vekiriye û ev tişt anî ziman: “Delîlên şênber hene. Mirovên hatin kuştin hene. Şahid hene. Ne mimkin e ku em tev li vê mutalaayê bibin. Bersûcan diparêze. Divê bersûc bên cezakirin.”

XEBATKARÊN JÎTEM’Ê BERAET KIRIN

Pirsa gotina dawî ji bersûcan hate kirin û wan jî got ‘baweriya me bi edaleta tirkan heye” û beraeta xwe xwestin. Parêzerên bersûcan jî beraet xwestin. Her wiha xwestin ku biryara qedexeya derveyî welat a miwekîlên wan bê rakirin.

Şandeya dadgehê piştî parastinan ji bo biryarê navber da. Piştre jî biryara xwe aşkera kir. Bi îdiaya “Tu delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tune ye” û biryara beraetê da her 18 bersûcan. Her wiha biryara qedexeya derketina derveyî welat jî rakir.

‘JI BER KU KURD BÛN’

Malbatên mexdûran bertek nîşanî biryarê dan. Abdulazî Altunkaynak diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha bertek nîşan da: “Heke ev zarokekî tirk bûya dê dadger cezayê îdamê bidaya. Ji ber ku Davût zarokekî kurd bû lewma biryara beraetê dide. Li Tirkiyeyê ne dozger û ne jî edalet tune ye.” Li ser vê bertekê jî polîsên li danişînê bi gotinên “Ev der ne cihê şovê ye” gefa binçavkirinê li Altunkaynak xwar. 

Sernavên din

17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN