‘Mîrasa Vedat Aydin gihîşt bi milyonan kes, dewletê jî dît ku xeletiyê kiriye’

  • rojane
  • 10:33 5 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Bi ser kuştina Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin re 31 sal derbas bû. Birayê wî Veysî Aydin got: “Mîrasê Vedat bi têkoşînê bû girseyek bi milyonan kes. Dewletê jî fêm kir ku xeletiyê kiriye.” 
 
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Bajarê Amedê Vedat Aydin di 5’ê Tîrmeha 1991’an de li malê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ku xwe wek polîsan dan nasîn ve hat binçavkirin û pişt re wî revandin. Piştî du rojan di 7’ê tîrmehê de cenazeye Aydin li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin. 
 
Heta niha jî kujerên Aydin nehatine cezakirin û girtin. Dosyaya lêpirsînê ya ku di salên 90'î de li herêmê ji cînayetên bi "kujerên diyar” yên ewil tê dîtin, piştî ku 30 sal di refikên gemarî yên Edliyeya Amedê de mabû di 5'ê Tîrmeha 2021'an de bi sedema demboriyê hat betalkirin. 
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin behsa kekê xwe û têkoşîna wî kir. 
 
HIŞMENDIYA WÎ YA KURDÎ LI PÊŞ DIKEVE 
 
Aydin diyar kir ku Vedat Aydin ji zarokatiya xwe heta şehadeta xwe jiyaneka wî ya pir bi çalak hebû û piştî dibistana seretayî, Vedat dibistana navîn li Bismilê û lîseyê jî li Farqînê, Amed û Qoserê xwendiye. Aydin da zanîn ku piştî lîseyê Vedat Aydin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qezenç kir û li wir xwendina xwe berdewam kir. Aydin da zanîn ku bi perwerdehiyê re Vedat dest bi siyasete kir. Aydin diyar kir ku piştî sala 1971'an li Vedat Aydin hişmendiya Kurdayetiyê dest pê kir û heta darbeya 12'ê Îlonê bi awayekî aktîf di nava tevgera kurd de cih girt.
 
BI BERXWEDANÊ LI BER HOVÎTIYA 12’Ê ÎLONÊ SERÎ RAKIR 
 
Aydin da zanîn ku bi Darbeya 12'ê Îlonê re hewl hat dayîn ku têkoşîna Vedat were tepisandin û got: "Endam û sempatîzan bi rengekî hat xwestin bên tasfiyekirin. Wî birin Zindana Amedê. Derbe li tevahiya Tirkiye bi taybetî dihat xwestin derba giran li tevgera kurd bixin. Vedat Aydin di heyama 12’ê Îlonê de 4 sal di Zindana Amedê de ma. Bi ruhê berxwedanê li dijî zilmê derket. Girtiyan li dijî barbarî, îmha û tinekirina nasnameyê çalakî li dar xistin. Li girtîgehên hemû berxwedêran bi dirûşm, ‘Em mirov in, em kurd in û ev yek li dijî kurdan tê kirin, em weke kurd divê li dijî vê zilmê berxwedanê pêş bixin’. Bi vî awayî li ber xwe dan.” 
 
‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ TÊDIKOŞIYA’ 
 
Aydin bal kişand ser xebatên Vedat Aydin ji bo zimanê kurdî ku dikirin û wiha axivî: “Vedat kurdekî hişmend, rewşenbîr û têkoşer bû. Digot, ‘Ez kurd im, eger daxwazek ji bo gelê kurd hebe, ev nêrîna min ya rewa ye. Û ez vê yekê dijqanûnî nayînim ziman, berdêla wê çi dibe bila bibe ez ê bi awayekî rewa îfade bikim’. Helwesta wî ya di kongreya İHD'ê de hinekî li hemberî vê yekê bû. ‘Zimanê me yê zikmakî tê înkarkirin û paşguhkirin û ez dixwazim xwe bi zimanê dayikê xwe îfade bikim. Ev mafê min ê xwezayî, mirovî ye, mafekî rewa ye, ez ê heta dawiyê biparêzim’. Vedat kesayetek wisa bû. Ziman nasnameya mirov e. Dema ziman ji holê rabe, nasnameya wî gelî jî ji holê radibe. Em di wê xeteriyê de dijîn. Vedat bi wê hişmendiyê zimanê xwe li her qadê parast û axaft. Mamosteyê edebiyatê bû. Di rûniştina dozê de dadger jê pirsî, ‘Tu baş bi tirkî dizanî, çima di bikaranîna kurdî de israr dikî?’ Got ez mamoste me, mamostetiya tirkî dikim. Helwesta min helwestek hişmend e. Zimanek winda dibe. Ziman zimanê min e û ez dixwazim zimanê xwe zindî bihêlim.” 
 
‘JI BER KURDBÛNA XWE HAT QETILKIRIN’ 
 
Aydin anî ziman ku Vedat Aydin beriya HEP'ê jî xwedî kesayetek siyasî bû û wiha berdewam kir: "Dema pêşniyaza Serokatiya Bajêr a HEP'ê jê re hat, zêde germ nenêrî. Lê dizanibû ku daxwazên gel bêyî siyasetê nayên ziman. Gazind dikir, lê dixwest xebatê bike. Em dikarin bibêjin ku pêvajoya HEP'ê xala dawî ya mezinbûna wî ya siyasî bû. Di wê heyamê de diyar dibû ku pêwîstî bi kesên wek Vedat hebû ku siyaseta kurdan bikin. Çimkî dewletê bi her awayî pêşî li siyaseta kurdan digirt. Kurd wê bi awayekî vê pêvajoyê bimeşîndina û meşandin jî. Em behsa gelê 20 milyonî dikin. Di derdoreke bi pirsgirêk de qabîliyeta çareseriya pirsgirêkê, di derdorek bêmoral de jî rewşa bilindkirina moralê nîşan da. Ji ber vê yekê ji aliyê sîstemê ve tiştek kurdan nedihat qebûlkirin. Bi vî rengî Vedat kirin hedef û wî qetil kirin.” 
 
‘MÎRATEYA VEDAT GIHÎŞT BI MILYONAN KES’
 
Aydin destnîşan kir ku Vedat Aydin di encama qetlîama dewletê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Mîrasa Vedat, têkoşîna ku wî hembêz kir, mezin bû û belav bû û bi milyonan kes. Lewma di vî warî de xeletiya dewletê derket holê. Kuştin di pirsgirêka kurd de bûye rêbaza çareseriyê ya dewletê. Vedat destpêk bû û hewl dan hêdî hêdî yên wek wî ji holê rakin. Hewl hat dayîn ku ewrê tirşe li ser xelkê belav bibe. Derket holê ku ew ne çareserî ye. Xelkê, siyasetmedar û kesayetan paşve gav neavêtin. Dewletê bi kuştina Vedat xeletiyek mezin kir. Wê demê rayedarên dewletê fêm kirin ku di vî karî de xeletiyê dikin. Bi kuştina Vedat hem tevgera kurd pir mezin bû û hem jî kesên wek Vedat zêde bûn. Ji ber vê yekê dema ku bi deh hezaran re mijûl dibûn, neçar bûn ku bi mîlyonan re mijûl bibin. Em her tim dibêjin, kesayeta Vedat kesayeta çareseriyê bû. Ji wê rojê heta îro  demê 31 sal derbas bûn. Lê Vedat mîrateyek mezin ji gelê kurd re hişt. Em her tim bi serbilindî li mîrateya wî û têkoşîna wî xwedî derketin. Em ê wî her tim bibîr bînin. Vedat mirovekî leheng bû û cihê wî ji bo me û gelê kurd tê xuyakirin.” 
 
‘DEWLET BERPIRSIYARÊ CÎNAYETAN ‘
 
Aydin anî ziman ku dewlet di çareserkirina pirsgirêka kurd de tundiyê û bêcezahiştinê esas digire û heta îro çi bûyerên li dijî kesayet û gelê kurd pêk hatin bi destê dewletê pêk hatiye. Aydin destnîşan kir ku dewlet her çiqas dixwaze doza kuştina siyasetmedar û rewşenbîran bide jibîrkirin jî lê gelê kurd nade jibîrkirin û gelek delil û îtîfên wan cînayetan ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin hene. Aydin got jixwe dewlet jî viya înkar nake. 
 
‘DEMA KOMARÊ RÊBAZ ÇIBÛ ÎRO JÎ EW E’ 
 
Aydin anî ziman ku pirsgirêka kurd ji damezrandina komarê ve heta îro didome û di salên 1990'î de kurd ji aliyê hêzên dewletê ve dihatin revandin û kuştin, îro jî kurd tên girtin, kuştin û sirgûnkirin. Aydin diyar kir ku mantiq li ser tunekirina kurdan dixebite û lê ji bilî çareseriya demokratîk tu rêyên din ne pêkan e. 
 
VEDAT AYDIN KÎ YE? 
 
Di sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê bi ser nvçeya Bismilê ya Amedê ve ji dayik bû. Di nava ÎHD û HEP'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê Amedê bû. Di 5’ê Tîrmeha sala 1991’an de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê kuştî hat dîtin. Di 10’ê Tîrmeha sala 1991’an de bi hezaran mirovên ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û çûn cenazeye Aydin rakirin. 
 
Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmera Amedê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi alên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran dest ji kar berda, jin û zarok ji malan derketin û esnafan dikan girtin û tev li merasîma cenazeyê Aydin bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi dirûşman konvoya cenaze pêşwazî kirin û bi hezaran erebe ketin nava Amedê. Wê rojê li Amedê jiyan tevizîbû. Di dîroka Amedê de cara yekem bû ku ewqas leşker jî li her cihê hatibûn bicihkirin. Konvoya cenaze di Ofîsê re derbas bû, rê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Ji bo ku gel û konvoy negihije hev, serê kûçeyan hatibû girtin. Ofîs bi girse û erebeyan hatibû dagirtin. Ên ji erebeyan peya dibûn berê xwe didan rêya Mizgefta Sûmerê. Piştî ku 10 hezar mirovan nimêja cenaze kirin, ber bi Goristana Deriyê Mêrdînê ve bi rê ketin. Di merasîma cenaze de carek din hêzên dewletê êrişî bi hezaran kes kirin. Gelek kes hatin kuştin û bi sedan welatî birîndar bûn. Tevî hemû êriş û astengiyan jî gelê Amedê xwedî li Vedat Aydin derket.  
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm