Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye

  • rojane
  • 15:18 14 Tebax 2022
  • |
img

ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Êlihê axivî û bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Niha dîsa xwe li bêdengiyê danin. Hemû cîhan ji bo berxwedêrên Rojava deyndar in.” 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo Rêxistina DBP’a Êlihê kongreya tayînkirinê li dar xist. Kongre, li Eywana Dawetan a Rozayê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, endamên Meclisa Partiyê (PM), Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Endamên PM’a HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEBYA-DER), rêveberên rêxistina HDP’a Êlihê û gelek kesên din di kongreyê de amade bûn. Di kongreyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Her wiha li eywana kongreyê pankartên “Li dijî tiryak, şer û tecrîdê bikeve nava tevgerê”, “Bi civaka birêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” û “Dem dema azadiya jinan e” hatibûn daliqandin. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Ayşe Acar Başaran axivî û da zanîn ku ev kongre, li dijî polîtîkaya girtin û binçavkirinê ya desthilatdariyê, bersiveke xurt e. 
 
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYA ZEXTÊ BERSIVEKE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirinê û wiha got: “Di têkoşînê de Êlih, xwedî girîngiyeke mezin e. Ev kongreya me, di heman demê de li dijî polîtîkaya zext, binçavkirin û girtinan jî bersiveke. Gelê Êlihê careke din nîşan da ku li hemberî zextan têk naçe.”
 
‘KURD DÊ BI SER KEVIN Û XIYANET DÊ TÊK BIÇE’
 
Di berdewamê de Aydenîz êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bi bîr xist û wiha domand: “Armanca wan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Ev sed sal in van êrişan dikin. Êrişên li Başûr bi destê xayîntiyê tên kirin. Dê gelê me yê li her çar parçeyan bersiva vê xiyatê bide. PDK niha xiyanetê dike. Di halê hazir de PDK li pêşiya tifaqa kurdan mezintirîn astengî ye. Dijminê destkeftiyên gelê kurd jî PDK ye. Divê ew baş pê bizanin ku ne xiyaneta wan û ne jî çekên kîmyewî dê nekarin vê têkoşînê bidin sekinandin. Di vê têkoşînê de serkeftin dê bibe para gelê kurd. Li her çar parçeyan jî dê gelê kurd bi ser keve. Yên di nava xiyanetê de jî dê winda bikin.” 
 
‘ARMANCA WAN ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê YE’
 
Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Niha amadekariyan dikin ku li dijî kesên rêxistineke mîna DAIŞ’ê têk birin, êrişeke mezin bidin destpêkirin. Durûtiya dewletan derket holê. Bi erênî nêzî daxwazên Tirkiyeyê dibin û dê li dijî van êrişan dîsa xwe li bêdengiyê deynin. Hemû cîhan deyndarê berxwedêrên Rojava ye. Rêxistineke mîna DAIŞ’ê ya barbar anîn ber tunebûnê. Lê Tirkiye dixwaze bi van êrişên xwe dîsa vê rêxistinê zindî bike. Ev zindîbûn jî dê bi xwe re êrişên nû bîne. Tirkiye û dewletên kapîtalîst ji bo zindîkirina vê rêxistinê ya ji dest tê dikin. Kîna wan a li hemberî kurdan ewqas mezin e ku mezinbûna DAIŞ’ê bi xema wan nîne. Çawa ku li dijî vê rêxistinê berxwedaneke mezin hat raberkirin, hewceye li dijî piştgirên wê jî têkoşîneke mezin were dayîn.” 
 
‘HETA TECRÎD RANEBE DÊ KAOS JÎ XELAS NEBE’ 
 
Aydenîz, da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêj berdewam e û wiha qedand: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, kaosa heyî jî dê bi dawî nebe. Vê tecrîdê êdî sînorên dermirovahiyê derbas kiriye. Bi saya sekna Ocalan a 2013’an, demokrasî pêş ket. Lê belê dijminên demokrasiyê xwe li vê ranegirtin û şer dan destpêkirin. Li djî aştiyê, şerekî faşîzane dan destpêkirin. Ji aboriyê heta gelek qadên din ên jiyanê, van êrişan bandoreke mezin kir. Gelê kurd heta azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bike. Heta ku tecrîd ranebe, li vî welatî dê tu kes nekare qala azadî û demokrasiyê bike. Hewceye muxalefeta bêdeng jî projeyên xwe li gorî vê amade bikin.” 
 
Piştî axaftinan, Rûkiye Onat Gunul û Burhan Eglentî weke Hevserokên DBP’a Êlihê hatin diyarkirin. 
 
Piştre jî hunermend Şerzad derket ser dikê û kongre bi govendan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt