Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest

  • rojane
  • 11:26 15 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Rojnameger Zeynel Abidîn Bûlût destnişan kir ku girtîgeh ji wan heqê ceyranê xwestiye û ji wan re wiha hatiye gotin: “Hesabê pereyê we yê her girtiyekî di destê me de ye. Hûn nedin jî em ê ji hesabên we bibirin.”

 
Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin. 6 rojnameger di 6’ê tîrmehê de şandin Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2’yemîn. Zeynel Abidîn Bûlût yek ji wan rojnamegeran e û derbarê bêhiqûqiyên li girtîgehê diqewimin name ji ajansa me û rojnameya Xwebûnê re şand. 
 
Nameya Bûlût ku qala binpêkirinên mafan û neheqiyê li wan tên kirin wiha ye: 
 
"Di destpêkêda silavên xwe yên germ ji were dişînim û hêvîdarim ku rewşa we baş be. Her çi qas derfetên me yên şopandina we û xebatên we kêm be jî em dizanin ku hûn hevalên hêja û hempîşeyên bi nirx di atmosfereke çawa de xebatên xwe dimeşînin. Bi rastî jî çav û guhên me li weye! Her wiha em dizanin çav û guhên we jî li me ye.  ,
 
BÊHIQÛQÎ JI ALIYÊ WEZARETA DADÊ VE HATIYE SAZKIRIN 
 
Hevalên hêja kêm zêde hûn jî nêz ve rewşa zindanan dişopînin. Bi rastî ji di her warî de neheqî û bê hiqûqîyek heye û her berdewam e. Gelek caran girtî û hukûmxwar bi berxwedana xwe hin sepan û ferzkirinan dişikînin. Lê hin caran jî rastî rêbazên qirêj yên bêedaletî tên. Bêguman bingeha bêhiqûqî û bêedaletiyê ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye sazkirin ê yek bi taybetî li zindanan û bi giştî bandorê hemû beşên civakê yên ji vê rêveçûnê aciz, yên ku li dijî vê pergala bêhiqûqî radiwestin, dengê xwe derdixin dike. 
 
Mirov dikare bêje, niha pêywira sereke ya Wezareta Dadê bûye pêşxistina neheqî û bêhiqûqîyê. Lewre bi hezaran girtî û hikûmxwar, ji aliyê dozgeriyan û dadgeriyên vê wezaretê û li ser birdoziya desthilatiyê ku hatine zindanîkirin û cezakirin. Îro bi her cure sepan û pêkanînên dijminatî û dij hiqûqî ve rûbirû mane. Li aliyekê jî ji azadiyê bêpar tên hiştin, li aliyên din jî ev zindanên ku lê dîl tên girtin wezaretê vegûherandiye qadeke mêtingeriyê. Li hemû zindanan heman polîtîka tên meşandin. Ez ê li gorî derfetan di demên pêş de xal bi xal vebêjim. Lê belê niha dixwazim tenê li ser mijarekê rawestim û bi we re parve bikim. 
 
EM NE LI SER KÊFA XWE LI VIR IN 
 
Hevalên hêja wekî hûn jî dizanin di 6’ê tîrmehê de em 6 rojnamevan ji Girtîgeha Tîpa D’yê şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê. Ez ê qala rewş û polîtîkayên li vê derê nekim. Lê belê piştî ku meha me li vê derê tije bû gardîyanekî ku di destê wî de maqbûzek hebû hat ber deriyê qawişa me û heqê ceyranê ji me xwest. Di destpêkê de em matmayî man. Min jêre got 'Tu henekên xwe dikî? Heqî ceyrana çi?' Wî jî got 'Na wele henekên xwe nakim. Heqê ceyrana ku we di nava vê mehê de bikar anîye 212 TL’ye'. Me jî got 'Ev bêhiqûqî ye û em bi kêfa xwe ne li vir in. Lewma jî em heqê ceyranê nadin'. Wî jî got 'Ev ne girêdayî vê saziyê ye. Beriya niha jî yên îtîrazî vê yekê kirin û serî li Wezareta Dadê dan jî hebûn lê tiştek ne guherî'. 
 
'EM Ê JI HESABÊ WE BIBIRIN' 
 
Bersiv û biryara Wezaretê nîşanî me da. Wezaretê li ser îtirazê ev bersiv dabû '...  Bicîhkirin, germ kirin û ronîkirina odeyên girtiyan aydê saziyê ye, lê li gel vê yekê lêçûna taybet ya ceyranê aydê girtiyane'. Li ser vê yekê jî disa me got em heqê ceyranê nadin. Lê gardiyan got 'Hûn nedin jî dê ji hesabên we were birîn'. Ev jî tê wateya 'Hesabê her girtiyekî yê pere di destê me de ye. Hûn nedin jî dê ji hesabên we bê birîn'. Me pirsa heqê KW çiqas e? kir. Wî jî got '3.46 TL ye û we jî 61 KW xerç kiriye'. Me got çima evqas zêde ye? Gardiyan got 'Mehek berê heqê KW 2.30 TL bû, lê vê mehê zem hatiye kirin û bûye 3.46 lîre'. Me jî got, ne ku em nikarin bidin lê ji ber ku bêhiqûqiye em bi rizaya xwe nadin û em ê vê bêhiqûqiya skandal ji raya giştî re ragihînin, teşhîr bikin û bi rêya parêzerên xwe jî serdana hiqûqî bikin.  
 
Hevalên hêja li ser vê yekê me pirsî û lêkolîn kir, ya rast di tevahî zindanan da ev sepana bê hiqûqî heye. Wekî helwest ji girtiyên siyasî heqê ceyranê nadin û di warê hiqûqî de dest bi têkoşînê kirin e. Armanc ew e ku raya giştî bê avakirin û dawî li van sepanên bêhiqûqî bê.  
 
Hevalên hêja li vê derê dawî li vê mijarê tînim û xatirê xwe ji we dixwazim. Lê belê careke din her kesî silav dikim, rêz û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Bi hêviya rojên azad em hev du bibînin, her tim têkoşerê azadiyê bin."         

Sernavên din

16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin