Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?

  • rojane
  • 10:19 19 Tebax 2022
  • |
img

WAN - Waniyan, diyar kir ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye û banga yekitiyê li kurdan kirin. 

AKP û MHP’a ku di 24’ê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkirin, ji 17’ê nîsanê ve berfirehtir kirin hewl dide şer belavî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Tirkiyeya ji bo êriş bike hewl dide ji Rûsyayê destûrê bigire, sûîkastên xwe yên bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) li bajarên herêm dike, didomîne. Waniyên ku anîn ziman şer Tirkiyeyê ber bi têkbirinê ve dibe, diyar kirin ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye.
 
ŞER KRÎZÊ KÛRTIR DIKE
 
Cebraîl Kirklar, bi lêv kir ku şer krîza aboriya kûrtir dike û wiha got: “Bila ewilî ji mirovan re heqê nan bibînin pişt re wan deran bombebaran bikin. Di destê desthilatê de çi heye, dide bombebaran, top û tifingan.”
 
Mahsûm Gezîcî jî anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yekitiya gelê kurd dikare bê rawestandin û wiha got: “Heke kurdên li her çar perçe bibin yek wê pirsgirêk bi dawî bibe. Ji bo ku kurd bisernekevin êrişî Rojava dikin. Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? Axa wê tapoya wê heye? Axa Rojava jî tapoya wê jî ya kurdan e.”
 
PIRSGIRÊK BI HEV RE DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN
 
Peyal Supurgecî, destnîşan kir ku êrişên li ser kurdan dikarin bi yekitiya neteweyî bên çareserkirin û wiha axivî: “Kurd dengê xwe didin Erdogan lê yê herî zêde êrişî kurdan dike jî dîsa Erdogan e. Niha bi Bahçelî re tevdigere. MHP ji xwe dibêje ‘kurdan biqedînin’. Wê dawiya vê desthilatê weke ya Sedam be. Sedam jî êrişî Iraqê kiribû û 2 milyon kurd kuşti bûn. Serê me jî jêkin em kurd em ê bi hev re bin. Li Îranê li Rojava an li cihekî din kurd serê xwe rakin, zû tune dikin. Bila gelê me Roboskê bîne bîra xwe û tiştên bi me didin jiyîn ji bîr nekin.”
 
GEL DIKARE ŞER BIDE SEKINANDIN
 
Alaattîn Ûgûrlû jî bi lêv kir ku Tirkiye bi erişên li ser Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê kurdan hedef digire û wiha bang kir: “Gel dikare vî şerî bide sekinandin, astengkirin. Kes nabêje ‘ev zilm e’, bertekek hebe wê ev êriş jî bisekine. Divê gel vê bike.”
 
DESTHILAT JI SIYASETA HUNDIR RE DILÎZE
 
Dogan Şahînoglû jî bi lêv kir ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî nayê Tirkiyeyê û wiha axivî: “Mirov cihekirin, kirin yên din, divê her kes wekhev bibe lê li vî welatî tişteke wisa nîne. Her çiqas ev desthilat tengav bibe bi operasyonekê ji siyaseta hundir re dilîze, her kes di ferqa vê de ye. Naxwazin li Rojava avabûneke kurd pêk were. Dema tu lê dinêrî nifûsa kurdan a li Rojhilata Navîn 42 milyon e, kurd biçin li Çînê metrekareyekî erd bigirin ji bo wan dibe gef.”
 
‘PIRSGIRÊKA BINGEHÎN AKP YE’
 
Lutfî Oner jî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn desthilata AKP’ê ye û ev tişt gotin: “Heta ku AKP neçe wê ev pirsgirêk berdewam bikin. Tirkiyeyê beriya niha jî çi li Rojava çi li Herêma Kurdistana Federe serî li van polîtîkayan da û di hemûyan de jî têk çû. Tirkiye naxwaze li tu deran avabûneke kurdan çênebe û hemû derdê wan ev e. Ji ber AKP dizane wê hilbijartinê winda bike dixwaze polîtîkayekê li ser kurdan bimeşîne lê wê teqez biçe.”
 
YEKANE ÇARESERÎ YEKITIYA KURDAN E
 
Abdulhamît Talayli, diyar kir ku ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye û got: “Ev bêçaretiya AKP’ê ye, dizane ku li wir nikare tiştekî bike. Ji bo mirovan û wan beşên faşîst bixapîne bi gotinên ‘ez diqedînim, dikujim’ van operasyonan dike. Ez ne bawerim ku li Rojava bigihe armanca xwe. Tu hikumetên faşîst ev pêk neanî wê ev jî biserneke. Nêrîna dewletê ya li ser kurdan nayê guhertin. Kemal jî were Akşener jî were wê heman tiştî bikin. Yekane çareserî, hatina gelhev a kurdan e û xwe rêvebirin e.”
 
‘HEKE GEL RABE SER PIYAN DIKARIN SERBIKEVIN’
 
Yilmaz Benek jî bi lêv kir ku êrişên li ser kurdan dikarin bi têkoşîna kurdan bên bidawîkirin û wiha got: “Tayîb e, Kiliçdaroglû ye divê em ji van hêviyê nekin, em dikarin encax bi xwe rabin ser piyan û tiştekî bikin. Êdî baweriya me bi kesî nîne. Heke gel rabe ser piya em dikarin serbikevin. Siyaseta li ser kurdan tê kirin dikare partiyekê 5-10 salan li ser piyan bihêle lê wê zû an dereng têk biçe. Tu partiyên xwedî hişmendiya ‘kurdê herî baş kurdê mirî ye’ nikarin bijîn. Em ji wan re dibêjin ku; tevî we jî em ê bijîn û kesên piştî me werin jî wê vê nîşanî we bidin.”
 
MA / Berîvan Kûtlû - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

16:56 Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî
16:43 Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e
16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin