Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e

  • rojane
  • 10:55 15 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Îranê gefê li tevahiya herêmê dixwe û got, "Çareseriya pirsgirêkê di avakirina rêveberiyeke demokratîk, azadîparêz û adîlane de ye."

 
Îsraîlê di 13'ê Hezîranê de bi îdîaya 'pêşîgirtina li hilberîna çekên nukleerî' li dijî Îranê dest bi êrîşê kiribû. Di qonaxa yekem a êrîşan de gelek tesîsên nukleerî û leşkerî hatin hedefkirin û di nav de tesîsa dewlemendkirina uranyûmê ya Natanz ku li navenda Îranê ye. Her wiha rayedarên payebilind ên leşkerî jî di nav de Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê General Mûhammed Bagherî, Fermandarê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî General Huseyîn Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hatem El Anbiya Gholamalî Reşîd û Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayê yê Mûxafizên Şoreşê Tûggeneral Amîr Alî Hacîzade û her wiha gelek zanyar jiyana xwe ji dest dan.
 
Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
 
Ozkan anî ziman ku ne ecêb e Îsraîl êrîşî Îranê bike, lê belê balkêş e ku di pêvajoya muzakereyên li ser çekên nukleerî yên navbera DYA û Îranê de rû da û destnîşan kir ku ev yek berevajî stratejiya aştiyê ya serokê DYA Donald Trûmp ku di her firsendê de îdia dikir bû. Ozkan bi bîr xist ku Îranê piştî êrîşê muzakereyên xwe yên çekên nukleerî sekinandiye û wiha got: “Ji sala 2007'an û vir ve Îsraîl bi berdewamî diyar dike ku hilberîna Îranê ya çekên nukleerî tehdîdeke û pêwîst e êrîşî tesîsên nukleerî bê kirin. Ji ber hem dijberiya rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê hem jî ji ber berxwedana DYA ya li dijî fikra êrîşeke bi vî rengî ya navbera salên 2009-2011'an, vê pêvajoyê destûr neda operasyona leşkerî ya li dijî Îranê. Ji wê demê û vir ve Îsraîl li şûna operasyonên leşkerî, bi rêya korsan û hackeran dest bi êrîşan kir û bi vê yekê re hewl da hilberîna çekên nukleerî ya Îranê bi 10-15 salan dereng bixîne. Ji ber vê yekê li şûna vebijêrkeke leşkerî, ji xwe şerekî elektronîk dida meşandin. Niha jî di warê leşkerî de êrîşan dike.”
 
ARMANCA ÎSRAÎLÊ
 
Piştî nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de Ozkan diyar kir ku di 7'ê Cotmeha 2024'an de rayedarên DYA'yê ragihandin ku Îran dikare di nava hefteyekê an jî du hefteyan de çekên nukleerî bi dest bixe û ew gihaştine asta xwe ya dewlemendkirina uranyumê ku tê xwestin. Ozkan wiha axivî: “Ji vê daxuyaniyê, em fam dikin ku Îsraîl ji nêz ve tesîsên nukleerî yên Îranê gav bi gav dişopîne û dizanîbû ku dewlemendkirina ûranyûmê di kîjan astê de ye. Dema vê êrîşê ji nêz ve bi vê ve girêdayî ye. Dema ku em li armancên êrîşê yên Îsraîlê dinêrin, ez bawer dikim ku armanca wê ya yekemîn ew e ku êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê bike û hilberîna ûranyûmê xera bike. Armanc ne tenê ev e; armanca duyemîn jî ew e ku bi lawazkirina Îranê ve guhertina rejîmê ye.”
 
‘DIBE KU ŞER BERFIREH BIBE’
 
Ozkan da zanîn ku êrîş wê bi tenê bi Îranê re sînordar nemînin û bandorê li hemû welatên herêmê bikin û gotinên xwe wiha dewam kir: "Dema li Rojhilata Navîn êrîş hebe, ti carî bi welatekî bi tenê re sînordar namîne. Teqez dê bandorên herêmî hebin. Qelsbûna rejîmê li Îranê jî tê wateya qelsbûna Iraq, Yemen, Fîlîstîn û Lubnanê bi heman rengî. Niha zehmet e ku mirov texmîn bike bê ev êrîş wê çiqasî dewam bikin. Ez di wê baweriyê de me ku berfirehiya van êrîşan wê rêveçûna şer a li ser bingeha bersiva Îranê diyar bike. Ji ber vê yekê dibe ku şer hîn bêhtir gur bibe û Yemen û Iraq jî tevlî bibe. Eger Îran dixwaze li dijî Îsraîlê serketinê bi dest bixe, lazim e hem îstîxbarata xwe, hem jî parastina hewayî xurt bike."
 
ÊRÎŞ GEFÊ LI HEMÛ HERÊMÊ DIXWE
 
Ozkan bal kişand ser welatên Rojavayî bi dayîna çek, îstîxbarat û teknolojiyê re parçeyek ji vî şerî ne û destnîşan kir ku eger şer dewam bike wê li Rojhilata Navîn bibe sedema gelek tiştan. Ozkan diyar kir ku welatên bi fermana cîhana rojava re di nava ahengiyê de ne jî wê bikevin bin bandora vî şerî û got, "Misir niha hevalbendê DYA’yê ye û her çend têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re baş bin jî, ji hêza Îsraîlê nerehet in. Ji ber vê yekê ev gef ne tenê ji bo Îranê, ji bo hemû welatên herêmê gefek e."
 
DÎNAMÎKÊN LI NAVA ÎRANÊ 
 
Ozkan anî ziman ku ne diyar e bê ka êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê wê bandoreke çawa li dînamîkên navxweyî yên welêt bike û gotinên xwe wiha dewam kir: "Di nava şert û mercên asayî de, di serdema dawî de bi bûyerên mîna yên derdora Jîna Mahsa Emînî û serhildanên din re, daxwazên gel ên ji bo demokrasî û azadiyê zêde bûn. Li ser faktorên hawirdorê yên bi vî rengî, tê payîn ku serhildanek dikare bê tesbîtkirin, lê di heman demê de di vê mijarê de pîvanên psîkolojîk jî hene. Welatek ji derve ve rastî êrîşa hêzeke dijminane tê. Dibe ku ev yek ji nedîtî ve were, rê li ber yekbûnê veke. Yanî, eger mirovên ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî rabûne ser piyan, dema Îsraîl êrîş dike xwe beşdarî raperînekê dibînin, dibe ku ji nişka ve xwe bi dijmin re hevaltî bikin. Ji ber vê yekê, dema mijar bibe parastina welat, hevsengiyên psîkolojîk dikarin biguherin.”
 
BANDORÊN ÊRÎŞAN ÊN LI SER TIRKIYEYÊ 
 
Ozkan bilêv kir ku êrîş wê bandorê li tevahiya cîhanê bikin lê belê wê ji aliyê aborî ve Tirkiyeyê tehlûke bikin û wiha axivî: "Ji ber ku buhayê petrolê bi qasî ji sedî 8-10 zêde bûye, ev êrîş wê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê bike. Eger bi rengekî din bandorê li Tirkiyeyê neke jî, wê bandoreke girîng a aboriyê bike. Eger pîvana êrîşê zêde bibe, ev buha wê hîn bêhtir zêde bibe. Eger ev şer veguhere pevçûneke herêmî, wê sîstema herêmê bi temamî biguhere û hin welat neçar in bi welatên din re aliyan bigirin û zorê bidin Tirkiyeyê ku helwesta xwe diyar bike. Helwesta fermî ya Tirkiyeyê niha daxuyaniyên ku piştgiriya Îranê dikin. Lê belê, eger rejîma li Îranê di demeke dirêj de bi rîska hilweşînê re rû bi rû bimîne, xuya ye Tirkiye gelekî zêde li kêleka welatên bi ser dikevin, yanî DYA û Rojava ye. Tirkiye jî gelekî dizane ku bi gefa Îsraîlê re rû bi rû ye, lewma wê gelekî xetere be. Ji ber vê yekê wê li kêleka NATO'yê be.”
 
ŞER NE ÇARE YE
 
Ozkan da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi şer çareser nabe û destnîşan kir ku çareserî bi hatina rêveberiyên demokratîk, edalet û azadîparêz re pêkane ku dawî li pêkanînên antî demokratîk û polîtîkayên berfirehkirinê yên Îsraîlê were anîn û wiha got: "Eger em qala çareseriyeke rast û rasteqîn dikin, ne pêkane ku bi rêbazên şer û leşkerî vê yekê çareser bikin. Yê ku hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne û binpê dike, divê ewilî bê darizandin û xwe ji herêmên dagir kirine vegirin.”
 
RÊBAZA ADIL Û DEMOKRATÎK
 
Ozkan diyar kir ku Rojhilata Navîn ancax bi naskirina mafên gelan, nasnameyên etnîkî û dayîna mafên çandî û siyasî bi taybetî ji bo Kurdan dikare aramiya rasteqîn pêk bîne û wiha axivî: “Eger ev neyên kirin, hikûmetên li Rojhilata Navîn wê berdêla şer û pevçûnê radestî welatên rojavayî bikira. Bi gotineke din, eger hûn Elewiyan qetil bikin, mafên Durziyan tine bikin û Kurdan tine bihesibînin, encam wê kaos be. Li Rojhilata Navîn yan sîstema baviksalarî an jî rejîmên me yên otorîter ên mîna Baas hene. Eger hûn nikarin mirovên azad bigihînin û nasnameyên wan ên etnîkî, çandî û siyasî nas bikin, hingî nepêkan e ku di nava demeke dirêj de Rojhilata Navîn a aram bê afirandin. Ji ber vê yekê, di serî de divê hûn destwerdanên derve yên li Rojhilata Navîn ji holê rakin û li ser bingeha maf, edalet û mafên demokratîk sîstemek û rêveberiyekê ava bikin."
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 

Sernavên din

18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e