Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin

  • rojane
  • 10:56 9 Cotmeh 2025
  • |
img
AMED - Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Heke îrade hebe, gelek gavên dikarin bên avêtin hene.”  
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5’ê Tebaxê de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate avakirin. Di serî de malbatên di şer de zarokên xwe winda kirin, komîsyonê li gelek kesan guhdarî kir. Di 2’yê Cotmehê de jî li hiqûqnasan guhdarî kir. 
 
Yek ji hiqûqnasê ku komîsyonê lê guhdarî kirî jî Profesorê Destûra Bingehîn û Hîndekarê Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem bû. Erdem, qonaxa pêvajo tê de ye, peywira komîsyonê û gavên divê bên avêtin ji ajansa me re nirxand. 
 
Erdem, da zanîn ku silavdayîna Devlet Bahçelî ya di 1’ê Cotmeha 2024’an de û gotina Bahçelî ya “Bila Ocalan were Meclisê, banga berdana çekan li rêxistina xwe bike û ji mafê hêviyê sûd bigire” ne tiştên rasthatî bûn û parçeyeke pêvajoyê bûn. Erdem, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara fesixkirin û çekşewitandinê ya PKK’ê bi bîr xist û got: “Ev jî nîşaneya wê bû ku îradeya ji bo bi temamî berdana çekan heye.” Erdem, bi domdarî bal kişand ser avakirina komîsyonê û got ku li gelek derdoran guhdarî kiriye û bi peywireke hevrûbûna bi heqîqetê re rabûne. 
 
‘HÊZA KOMÎSYONÊ YA MECLISÊ BIXE NAVA TEVGERÊ HEYE’
 
Di berdewamê de Erdem anî ziman ku ji vir şûnde divê li gorî biryara berdana çekan gavên hiqûqî bên avêtin û got: “Îxtîmaleke komîsyon du carên din jî bicive û piştre jî weke peywira xwe ya esasî, ji bo gavên pêwîst raporekê amade bike. Ji ber ku ev ne yek komîsyonên îhtîsasê yên TBMM’ê ye, komîsyoneke nefermî ye. Lewma peywirekî wê ya wiha nîne lêbelê ew hêza wê heye ku bi amadekirina raporê Meclisê bixe nava tevgerê.”
 
‘AŞTÎ BÊYÎ DEMOKRASÎ Û AZADIYAN NABE’
 
Erdem, bi lêv kir ku bendewariyên partiyên muxalefetê û yên îktîdarê yên ji komîsyonê cuda bûn û wiha domand: “Partiya îktîdarê tenê bi wê hêviyê bû ku çek bên berdan û ji bo entegrasyona hêzên çekdar têkildarî sererastkirinên yasayî raporekê amade bike. Bi vê bisînor bû. Dibêje ku ev komîsyon ne ya amadekirina destûreke bingehîn a nû ye û ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasî û azadiyê ye. Lê muxalefet jî dibêje madem dê aştî çêbibe û armanc vekirina pêşiya siyaseta demokratîk e, wê demê bila bi vê mijarê re jî mijûl bibe. Dibêjin ku bêyî demokrasî û azadiyê aştî nabe. Lê esasê komîsyonê, danîna çekan e û entegrasyona kesên çekdar a bi civakê re ye. Û sererastkirinên yasayî yên têkildarî vê mijarê ne.” 
 
‘JI BO AŞTIYA POZÎTÎV MAYINDE BIBE DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
 
Bi domdarî Erdem daxuyand ku ji bo aştiyeke pozîtîf, hewceye sedemên rê li ber pirsgirêka esasî vedikin ji holê bên rakirin û ji bo vê jî gavên pêwîst bên avêtin. Erdem, got: “Ev gav ne tenê gavên makeqanûnî, yasayî û hiqûqî ne. Gavên fiîlî jî hene. Dibe ku hûn di destûra bingehîn de guhertinan bikin, yasayn biguherînin lê divê îradeyeke siyasî, burokratîk û darazî ya ku wan biryaran cîbicî dike jî hebe. Nexwe mimkûn nîne ew bikevin meriyetê. Anku reformên destûra bingehîn û yasayî bi tena serê xwe bes nakin. Ji bo rewşa aştiya negatîf veguherînin aştiya pozîtîf, ji bo mayindekirina wê divê gavên hiqûqî bên avêtin û sererastkirin bên kirin. Yek ji van jî destûra bingehîn e. Ji ber ku mutabeqeta civakî ye. Li gorî min ji bo tacîdarkirina pêvajoyê, hewcehî bi destûreke bingehîn a nû û guhertinên di destûra bingehîn a niha de hene.” 
 
‘AVAKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN BI TENA SERÊ XWE BES NÎNE’
 
Erdem, bi lêv kir ku guhertinên di destûra bingehîn de bi tena serê xwe ji bo çareseriyê têr nakin û ev tişt anî ziman: “Di bingeha meseleyê de meseleya Kurd heye. Heta niha ji bo çareseriya vê di asta destûra bingehîn de tu gav nehatine avêtin. Lê ev heye; Destûra Bingehîn a 82’yan heta niha 20 caran hate guherandin. Ji van guhertinan ji 3 parên xalên destûra bingehîn 2 jê bandor bûn. Heta sala 2017’an jî hemû guhertin pozîtîf bûn. Lêbelê belê bi guhertina destûra bingehîn a sala 2017’an ve dibînin ku êdî li gorî destûra bingehîn a heyî jî nakin. Lewma hebûna destûra bingehîn di vê rewşê de gelek jî wateya xwe namîne. Tişta ku destûra bingehîn watedar dike ne qeyd û rêgezên pîroz in, îradeya dilsoziyê ya civak û nûnerên siyasî yên civakê ne. Meseleya girîng ev e. Heta ku kesên dewlet û civakê birêve dibin li gorî vê tevnegerin, tu wateya rêgezên gerdûnî yên di destûra bingehîn de jî nîne. Di 10 salên dawî de em dibînin ku ji bo bi destûra bingehîn were kirin tu hewldan tune ne. Berevajî vê, îradeyeke siyasî ya binpê dike heye. Lewma jî çêkirina destûra bingehîn a nû merîfeteke mezin nîne.” 
 
‘DI BINGEHA HEMÛ PIRSGIRÊKÊN ETNÎKÎ DE QEDEXEKIRINA ZIMAN HEYE’
 
Erdem, got ku yek ji hêmayên sereke ya meseleya Kurd jî meseleya ziman e û wiha pê de çû: “Di bingeha hemû pirsgirêkên etnîkî de qedexekirina ziman heye. Daxwaza Kurdan a di mijara ziman de pir însanî, wijdanî û Îslamî ye. Her kesên xwedî wijdan û edalet divê yekser vê daxwazê qebûl bike. Tişta em jê re dibêjin zimanê dayikê, ji derveyî îradeya mirov e. Tu tiştek ji daxwaza bikaranîna zimanê xwe yê dayikê însanîtir nîne. Li dijî vê di asta destûra bingehîn de qedexeyek heye. Di fikraya dawî ya xala 42’yan de dibêje ‘Ji bilî Tirkî nabe ku bi tu zimanên din perwerde were dayin û were hînkir.’ Divê ev were rakirin. Heke bixwazin vê meseleyê bi temamî çareser bikin, ya îdeal ew e ku ji bo mafên çandî, nasnameyî û zimanî sererastkirinan bikin. Ya girîng ew e ku pirsgirêk were çareserkirin. Divê ji mizakereyan re vekirî bin. Siyaseta demokratîk tiştekî wiha ye. Mijara zimanê dayikê pir girîng e. Li Tirkiyeyê dema behsa zimanê dayikê tê kirin weke dijbertiya zimanê fermî tê fêmkirin. Lê zimanê fermî cuda ye, yê dayikê cuda ye. Ku dikare were daxwazkirin ku Kurdî bibe zimanê fermî. Ev tiştekî demokratîk e.”
 
HEMWELATIYA WEKHEV
 
Erdem, destnîşan kir ku dikare ji bo hemwelatiya wekhev jî heman daxwaz bên kirin û got: “Di dawiya dawî de ya bi mafên nasnameyî, çandî, hemwelatiya wekhev, bihêzkirina rêveberiyên xwecihî tê mebestkirin jî avakirina kategoriya hemwelatiya wekhev û azad e. Hemwelatîbûn ew e ku mirov xwe weke li ser xaka xwe hîs bike. Anku mirov bikare wê dilgermiyê tê de ava bike.” 
 
ENTEGRASYON
 
Erdem, ji bo mijara entegrasyonê jî got: “Dema em li tecrûbeyên din dinêrin, kesên demekî dirêj bi çekê re jiyayîn dema entegreyî civakê tên kirin, pêvajoyek tê jiyîn. Divê ji bo vê hinek temînat bên dayin. Yek ji mijara herî girîng jî - aborî bi ser her tiştekî re ye lê - divê pêşiya wan were vekirin ku siyasetê bikin. Bêguman divê ev jî bi sererastkirinên hiqûqî were misogerkirin. Mijara asîmîlasyonê her tim heye. Hêj didome. Lê ya girîng, nêzikatiya gelê serdest e. hin komên naxwazin bi Kurdan re wekhev bin hene. Ev meseleye di demên kin de çareser nabin. Bi demê re tên çareserkirin. Di gelên mîna me de ku civak piranî kirde nîne, helwest û sekna aktorên siyasî diyarker e. Anku em çi bibêjin jî gotin û sekna van diyarker e. Lewma heke bixwazin pêvajo pêş bikeve, divê siyasetmedar civakê qaneh bikin û ji bo aştiyê amade bikin.” 
 
‘DIVÊ TEQEZ LI OCALAN WERE GUHRDARÎKIRIN’ 
 
Têkildarî daxwaza ku komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike jî Erdem wiha got: “Ocalan sermuzakerevan û aktorê sereke ye. Li gorî min dê lê were guhdarîkirin. Jixwe partiyên siyasî yên cuda jî pêwîstiya bi vê mijarê tînin ziman. Ocalan jî dibêje ku ji bo muzakereyan amade ye. Îxtîmaleke mezin e dê di demekî herî kin de pê re hevdîtin were kirin. Bêguman divê ev teqez were kirin.” 
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Erdem, da zanîn ku cîbicîkirina biryara DMME’yê ya têkildarî “mafê hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan girêdayî îradeya siyasî ye û got: “Heke îradeya siyasî bixwaze meseleyê çareser bike, bi rehetî dikarin bikin. Îktîdara siyasî ya heyî ne ji ber biryara DMME’yê yan jî zexta Konseya Ewropayê, tenê heke bixwaze dê vê bicih bîne. Ya rast jî ew e ku were cîbicîkirin. Em bi îktîdareke ku destûra bingehîn û biryarên DMME’yê ji bo xwe derbasdar nabîne re rû bi rû ne.” 
 
AVAKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ
 
Erdem, got ku sedeme herî mezin a li pêşiya çênekirina destûreke bingehîn a nû ya Tirkiyeyê, dabeşbûna civakî ye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye li ser xetên Tirk-Kurd, Sunî-Elewî, muhafazakar-laîk dabeş bûye. Her aliyek hebûna xwe li ser tunebûna aliyê din ava dike. Lewma jî çêkirina destûreke bingehîn a bi beşdariyeke mezin mimkûn nîne. Divê rêbaza çêkirina destûra bingehîn were guherandin. Heke destûreke bingehîn a nû were çêkirin, divê li ser mijarên mutabeqet li ser hatiye kirin be.” 
 
‘GELEK GAVÊN ŞÊNBER ÊN DIKARIN BIAVÊJIN HENE’
 
Erdem, ji bo serkeftina pêvajoyê jî ev pêşniyar kir: “Divê di pêvajoya entegrasyona hêzên çekdar de gav bên avêtin. Li dîasporayê jî rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd hene û divê ji bo wan zemîn were avakirin. Hewceye girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Li aliyê din qanûna înfazê heye. Weke mînak, PKK’î dixwazin ji berdana bi kontrol sûdê bigirin. Herî dawî mînaka Selçûk Mizrakli heye. Dem xelas dibe, serlêdanê dike. Lê îtîrafkariyê lê ferz dikin. Kesekî 10, 20, 30 salan girtî mayî hûn çawa vê lê ferz dikin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê hene û divê bên rakirin. Sererastkirinên hiqûqî temam lê gavên biçûk lê sembolîk hene. Weke mînak, rakirina tecrîda li ser Ocalan. Divê bikare bi her kesî re bi rehetî hevdîtinê bike û komîsyon lê guhdarî bike. Divê Selahattîn Demîrtaş tavilê were berdan. Gelek tiştên din ên wiha hene.  Hesasiyeta ji bo girtiyên siyasî û girtiyên nexweş heye. Dikarin di vê mijarê de gavan biavêjin. Gelek gavên şênber dikarin bên avêtin. Lê ji bo vê hewcehî bi îradeyê heye.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel 

Sernavên din

16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin