HSD: Şam êrişî gundên Dêr Hafirê dike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HSDˊê ragihand ku çeteyên HTŞ'ê bi çekên giran û bi 2 dronên xwekuj êrişî malên gundên bakurê rojhilatê bajarê Dêr Hafirê kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrişî gundên Resim Kirom û Îmam ên bakurê rojhilatê bajarê Dêr Hafirê kir.
 
Di daxuyaniya HSDˊê de hat diyarkirin ku hemwextî êrişên bi çekên giran, çeteyan bi 2 dronên xwekujî êrişî malên li wan gundan kirin.