NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Cizîrê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hat lidarxistin û ev tişt hat gotin: "Em ê sûcên mirovahiyê teşhir bikin."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve li Kolana Hunerê bi tevilbûna Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” hat vekirin û bênavber dirûşmên, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Rojhilat Rojava Kurdistan e yek welat’ hatin berzkirin.
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Şivan Sakman ku daxuyanî xwend got ku êrişên li ser gelê Rojava pêk tên sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Em bang li hem rayedarên herêmê dikin ku li hember van êrîşên rawestin. Di van êrîşan de sûcê mirovahiyê pêk tê û divê tu kes li hember vê yekê bêdeng nemîne.”
Piştre Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku kesên êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine di eslê xwe de çeteyên DAIŞ'ê ne û wiha got: “Hovitiya li Helebê pêk hatî li dijî mirovatiyê ye. Dewleta tirk îro li Bakur pêvajoyekî dimeşîne ji aliyê din ve bi awayekî vekirî li Rojava hazirtiya şer dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em ê li her derê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin teşhîr bikin.”
POLÎSAN ÊRIŞÎ ÇAPEMENIYÊ KIRIN
Piştî daxuyaniyê ciwanên ku tev li daxuyaniyê bûne berê xwe dan Kolana Orhan Dogan û bi dirûşma, ‘Bijî berxwedana Rojava’ meş li dar xistin. Polîsên ku xwe li meşa ciwanan ranegirtîn êrîşî ciwanan kir. Li ser vê yekê ciwan li kolanên Cizîrê belav bûn û meşa xwe berdewam kirin.
Rojnemegerên êrişa polîsan a li hember gel û ciwanan dişopandin rastî êrişa polîsan hatin û polîsan xwest nûçegihanên Çapemeniya Azad binçav bikin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin herî kêm 3 welatî hatin binçavkirin.