Ji Omer Ocalan hişyariya Helebê: Heke hûn bêçare bihêlin dibe ku ev meseleye pir cuda mezin bibe

Parve bike:
ENQERE - Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di demeke pêvajo didome de êrişên ser Helebê di Kurdan de şikestinek çêkiriye û got: “Heke hûn bêçare bihêlin, dibe ku ev meseleye cuda mezin bibe. Weke partî em di vê qonaxê de ne.” 
 
Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zulkuf Uçar, di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û got ku yek ji mezintirîn pirsgirêka li Tirkiyeyê, siyaseta înkarê ye. Uçar, got ku komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berhema vê siyasetê ne. Uçar, got: “Peywira herî lezgîn a li pêşiya me ew e ku em tavilê wê refleks û dijminatiya dewletê ya li dijî Kurdan veguherînin. Dîroka înkarê xwe her tim dubare dike. Tişta duh li Kurdên Başûr dihat kirin, Îro li Kurdên Rojava tê kirin.” 
 
BAL KIŞAND SER GOTINÊN ECEVÎT
 
Di berdewamê de Uçar bal kişand ser gotinên serokwezîrê demê Bulent Ecevît ên di sala 2002’yan de ji bo Herêma Federe ya Kurdistanê kiribû ku digot; “Nifûsa Kurdan cisaretê digire. Heke statuyeke wan were qebûlkirin, hewce bike em ê mudaxileya leşkerî bikin.” Uçar, wiha domand: “Wisa digot. Tekane hinceta mudaxileya leşkerî, potansiyela Kurdan a statuyê ye. Baş e lê dijminatiya wê demê çi bi we da qezenckirin? Tu tiştek. Nizanim hûn çend di ferqa wê de ne lêbelê piştî dijminatiya bi dehan salan, niha li Rojhilata Navîn tekane şirîkê hûn jê bawer, rêveberiya Başûr e. Nizanim hûn vê dibînin an na. Wê demê bi awayekî aşkera û bêperwa dijminatiya Kurdan dihat kirin. Îro jî heman tişt heye. Derewên tên kirin, rastiya li pişt wan rûpoşan tê veşartin heman e. Ev jî dijminatiya li dijî Kurdan e.” 
 
‘HETA HÛN KURDAN NAS NEKIN HÛN NIKARIN PÊ RE AŞTIYÊ BIKIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Uçar îşaret bi daxuyaniyên Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kir û got: “Dibêjin ‘Heke HTŞ daxwaz bike em ê yekser alîkariyê bidin.’ Tişta ku dê piştgiriya wê bikin çi ye? Qirkirina Kurdan e, dagirkirina taxên Kurdan e. Wê demê em vê bi aşkerayî bi bîr bixin; yên ku vê rastî û heqîqeta civakê û polîtîk nabînin nikarin yek gavê jî biavêjin. Yên li Helebê Kurdan qetil dikin, dê nekarin li Amedê yek Kurdekî xwişk-biratiya wan qebûl dikin bibînin. Yên rêzê ji Kobanê re nagirin dê nekarin baweriyê bidin Kurdekî li Wanê. Me beriya niha jî gelek caran got; pêşeşertê aştî û xwişk-biratiyê, naskirin e. Heta hûn Kurdan nas nekin hûn nikarin bi Kurdan re aştiyê bikin. Hûn mecbûr in qebûl bikin ku Efrîn Kurd e. Hûn mecbûr in qebûl bikin ku Şêxmeqsûd û Eşrefiye Kurd in. Hûn mecbûr in qebûl bikin ku Kobanê, Qamişlo Kurd in. Û ji bîr nekin, aştî û xwişk-biratiya di navbera gelan de ne bi girêdana xwînê, bi naskirin û rêzgirtinê dibe.” 
 
Uçar, anî ziman ku hewceye Tirkiye Kurdan ji hêla hiqûqî û dîplomatîk ve nas bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotina xwişk-biratiyê di nava gelên Tirkiyeyê de cihê xwe negirtine û tenê di gotinê de ma ye. Berpirsyartiyeke me heye ku baweriya di vê mijarê de were xurtkirin. Lêbelê hûn behsa alîkarîdayîna artêşa qatilan HTŞ’ê dikin. Em vê bi bi aşkerayî bibêjin; Kurdîtiya hûn behsa xwişk-biratiyê pê re dikin dê tu caran nebe ew Kurdîtiya ji bo we meqbûl. Ji ber ku ew Kurdîtî, înkarkirina Kurd û Kurdayetiyê ye. Binêrin; dûvikên DAIŞ’ê îro li Dêr Hafir û Meskeneyê dîsa li pey komkujiyan e. Heke em li dijî vê nesekinin, pêşiya van komkujiyan negirin wê demê em ê nekarin behsa xwişk-biratiyê bikin. Pêwîstiyeke însanî ye ku em li dijî van avadaniyên tarî yên her cureyên sûcên dijî mirovahiyê dikin. Bi vê boneyê em careke din tevahiya gelên xwe yên li Rojava li dijî van koman li ber xwe didin bi rêzdarî silav dikin.” 
 
'DIKARE GELAN BI HEV BIDE XENIQANDIN’ 
 
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn geşedanên awarte hene. Pir dişibe dîroka sedsal berê. Divê em ji xeletiyên stratejîk dûr bisekinin û li her derê rageşiyê kêm bikin. Birêz serokkomar, di demên dawî de behsa xwişk-biratiya Ereb, Tirk û Kurdan dike lê tiştên li Sûriyeyê diqewimin, tiştên li Rojava diqewimin dibe ku me ber bi şikestinên dîrokî ve bibin, gelan bi hev bidin xeniqandin, dijminatiya di navbera wan de zêde bike. Divê em pêşiya vê bigirin. Tiştên li taxên Helebê û Bendava Tişrînê rû didin, rewşên pirsgirêk in û divê em pêşiya pevçûnan bigirin.”
 
‘DIVÊ TIRKIYE BI ROLEKÎ ERÊNÎ RABE’
 
Ocalan, anî ziman ku mafê her gelî heye ku li vê xakê bijî û divê her kes li dijî polîtîkaya dagirkeriyê derkeve. Ocalan, got: “Dibe ku li cihên hûn xwe pir lê serwer û bihêz dibînin, bi xetereyên mezin rû bi rû bimînin. Tirkiye dikare li vir bi rolekî erênî rabe. Divê kesên aqilmend ên di nava AKP’ê de ji bo aştiyê bi rolekî erênî rabin. Binêrin, ev ne nîşandana hêzê ye, agir cihê vêdikeve dişewitîne. Heke hûn bêçare bihêlin, dibe ku ev meseleye pir cuda mezin bibe. Weke partî em di qonaxeke wiha de ne.” 
 
DI KURDAN DE ŞIKESTINEK ÇÊBÛYE
 
Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Li vir pêvajoyek heye û didome. Lêbelê divê hûn bizanin ku êrişên ji 6’ê Çileyê heta niha di Kurdan de şikestinek çêkiriye. Li rexekî şîn, hêrs û fikrên cuda zêde dibin. Em bang li îktîdarê dikin ku bi aqilane tevbigerin. Zimanê Kurdan ji bo zimanê Tirkan xetere nîne. Lêbelê hinek wezîrên hikûmetê polîtîkayên cuda dimeşînin. Divê tavilê dev ji van polîtîkayên xelet berdin.”