NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah, diyar kir ku divê li dijî sûcên şer ên li Helebê li dijî Kurdan pêk hat lêpirsîn were destpêkirin.
Di encama êrişên HTŞ û paramîlîterên girêdayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û 118 sivîl birîndar bûn. Heyva Sor a ku xwest xizmeta tenduristiyê bide taxên di bîn êrişî de bi rojan li Dêr Hafirê hate rawestandin. Di êrişan de 3 endamên Heyva Sor a Kurd a ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li nuqteyên tenduristiyê bûn ji aliyê komên êrişkar ve hatin revandin.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah, diyar kir ku êrişên li ser taxên Kurdan bi awayekî hovane pêk hatiye û got: “Tiştên ku li Şêxmeqsûd û li Eşrefiyê qewimîn der mirovî bûn. Rewşekî hovane û der exlaqî bû.”
Hediye Ebdullahê diyar kir ku berî êrişan 2 nuqteyên tenduristiyê hebûn û wiha pê de çû: “Li wir xebatkarên me heta kêliyê dawî li ser erka xwe bûn û xizmetên tenduristiyê didan. Bi salan e li wir dixebitîn. Dema êrişan jiyana dehan kesan xilas kir. Di dema êrişan de 3 hevalên me yên xebatkarên tenduristiyê ji aliyê HTŞ’ê ve hatin revandin. Hevalên me tenê erkên xwe yên mirovî dikirin.”
‘TEDAWIYA 118 BIRÎNDARAN LI NEXWEŞXANEYÊ DIDOME’
Hediye Ebdullahê anî ziman ku 118 welatî di êrişan de birîndar bûne û xizmetên tenduristiyê têr nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me serî li saziyên neteweyî û navneteweyî da. Me ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koma tenduristiyê amade kir. Ji bo taxên di bin êrişê de em ketin rê. Dema em gihîştin Dêr Hafirê ji me re koridor venekirin û em 3 rojan li wir hatin rawestandin.”
Hediye Ebdullahê, rave kir ku piştî hewldanan di roja 6’emîn de karîbûne 118 birîndaran bigirin û got: “Dema me ew birîndar wergirt, li gorî rewşa wan a tenduristiyê me wan sewqî nexweşxaneyên li Tebqa, Reqa, Hesekê kir. Me 10 birîndar jî ji ber rewşa wan şande Başûr. Rewşa wan ji aliyê xebakarên me ve tên şopandin.”
‘ME NAVENDA TENDURISTIYÊ YA MOBÎL AVA KIR’
Hediye Ebdullahê, diyar kir ku tevî birîndaran hinek sivîl bi wan re hatine û wiha axivî: “Tevî birîndaran dora 100 malbatan hat. Hinek malbata li hinda xizmên xwe bi cî bûn û me hinek jî li kapma Reqayê bi cî kir. Me navenda tenduristiyê ya mobîl ava kir. Lewra zarokên van malbatan henbûn û serma girtibûn. Hinek ji wan nexweş bûn. Niha em rewşa wan dişopînin.”
‘DIVÊ LÊPIRSÎNA NAVNETEWEYÎ WERE DESTPÊKIRIN’
Hediye Ebdullahê, destnîşan kir ku li taxên di bin êrişê de sûcê mirovahiyê pêk hatiye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di taxên bin êrişê de gelek sûcên şer pêk hat. Sivîl rasterast bûn hedef. Nexweşxane hatin hedefgirtin û xebatkarên tenduristiyê hatin dîlgirtin. Divê der heqê sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lêpirsîna navnetweyî were destpêkirin. Divê hesabê wê bê pirsîn.”
MA / Omer Akin