Kesên li qereqola cendirmeyan hatibûn derbkirin hatin berdan

Parve bike:
MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê 3 jê zarok 4 welatî li qerekola cendirmeyan bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Welatî, bi biryara dozgeriyê ve hatin berdan. Hat zanîn welatiyên hatine derbkirin dê serlêdana sûc bikin. 
 
Li gorî îdiayan; li gundê Qizilê yê navçeya Dêrik a Mêrdînê bi şev kesên nasnameya wan nediyar bi wesayîta pîkabê ve li nava gund sekinin. Piştî ku gundî çûn hinda wesayîtê, kesên di wesayîtê reviyane û ji ber gumana diziya ajalan gundiyan li xeta 155’ê geriyane. Kesên bi wesayîtê têketina Qerekola Uçyol a Dêrikê, gundiyên ku xwestin der heqê van mirovan de serlêdana gilî bikin ji aliyê van kesan ve hatin derbkirin. Kesên ku li pêşiya qerokala cendirmeyan welatî derbkirin gotine em polîs in û çek xistiye serê welatiyekî. Li ser giliyê polîsên ku gef li welatiyan xwariye B.D. ê 21 salî û M.E., D.E., E.E. yên ku temenê wan di nabera 14 û 16 salî de hatine binçavkirin.
 
Li qerekolê 4 welatiyên ku destûr nehatiye dayîn bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û nebirine nexweşxaneyê, danê sibê bi biryara dozgeriyê ve hatin berdan. Hat zanîn ku welatiyên li dû polîsan têketine qerekola cendirmeyan têkildarî bûyerê îfade dane û 3 jê zarok 4 welatî jî piştî hatine berdan çûne nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirtine. 
 
Hat diyarkirin ku 4 welatiyên hatine derbkirin dê der heqê polîsan de serlêdana sûc bikin.