Biryara kontrola edlî ya der heqê Nîmet Tanrikuluyê de nehat rakirin
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 12:39
- |
STENBOL - Di doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikuluyê de daxwaza rakirina biryara kontrola edlî hate redkirin.
Danişîna 5’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya der heqê parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikuluyê de hatibû vekirin, li Dadgeha 24’emîn a Cezayê Giran hate lidarxistin. Nîmet Tanrikulu tevî parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn û danişîn ji aliyê gelek parêzvanên mafên mirovan de hate şopandin.
Nîmet Tanrikulu di danişînê de axivî û ziman û helwesta serokê dadgehê rexne kir û ev tişt got: “Divê hûn tund tevnegerin. Ez diaxivim lê hûn guhdar nakin.”
Piştî axaftinê, Nîmet Tanrikuluyê parastina xwe kir û got ew wek parêzvanê mafên mirovan xebatên xwe dike.
‘LI PARÎSÊ TU BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZEYÊ SAKÎNE CANSIZ BÛ?’
Li ser pirsa serokê dadgehê ya “Tu li Parîsê beşdarî merasîma cenazeyê Sakîne Cansiz bû?”, parêzera wê Eren Keskîn bertek nîşan da û wiha axivî: “Muwekîla min parêzvana mafê mirovan e û dikare beşdarî merasîma cenazeyan bibe, hikûmet jî vî tiştî dibêje. Lêbelê hûn dipirsin ‘tu beşdarî merasîma cenazeyê terorîstan bûye?’”
Dadgehê biryar da ku kontrola edlî ya der barê Nîmet Tanrikuluyê bidome. Eren Keskînê daxwaza rakirina biryarê kir.
Dadgehê daxwaza rakirina biryara kontrola edlî red kir û ji bo temamkirina kêmasiyên dosyayê danişîn taloqî 22’yê Adarê kir.