Di doza HDK’ê de ji bo 2 kesan biryara beraetê hat dayîn
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 13:03
- |
STENBOL - Der heqê Saîme Oguzhan û Melîh Kayhan Pala yên ku di lêpirsîna HDK'ê dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
Der heqê Saîme Oguzhan û Melîh Kayhan Pala ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdiayê “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn. Danişîna doza Saîme Oguzhanê li Dadgeha 25’emîn a Cezayê Giran hate lidarxistin. Tevî parêzerê Saîme Oguzhanê gelek kes beşdarî danişînê bûn. Saîme Oguzhanê îdiayên der barê xwe red kir û got ew rojnameger ê û beraeta xwe xwest.
Dadgehê daxwaza Saîme Oguzhan û parêzerê wê ya ji bo beraetê nirxand û ji ber nebûna hêmanên sûc ê hatiye îdiakirin biryara beraetê da.
BIRYARA BERAETÊ
Melîh Kayhan Pala yê ku di heman dozê de dihate darizandin, danişîna wî li Dadgeha 26’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Danîşîna ku Pala tevî parêzerê xwe beşdar bû, ji aliyê gelek kesan ve hate şopandin.
Dadgehê, ji ber nebûna hêmanên sûc ê ku der heqê Pala de tê îdiakirin, biryara beraetê da.