Ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 14:38
- |
AMED - Ji bo tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, gel hate vexwendin.
Xebatên mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 25’ê Çileyê saet di 12.00’an de bê li darxistin, didomin. Ji bo mitînga ku ji ber sermayê û berfê hatibû paşxistin, li navçeya Pasûr a Amedê banga tevlibûnê hate kirin. Nûnerên saziyên demokratîk û siyasetmedar, li navçeyê mal bi mal geriyan û welatî vexwendin mitîngê.
AXÊVER
Herwiha axêverên mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de bihata lidarxistin û ji ber sermayê hate paşxistin, neguherîne. Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê biaxivin. Mitîng dê saet di 12.00’an de dest pê bike.