Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ’ê dubare kir
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 14:44
- |
ENQERE - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku wek hêza li pişt êrişên li ser Kurdan ên li Helebê tê nîşandan, piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ'ê dubare kir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku wek hêza li pişt êrişên li Helebê yên li ser Kurdan tê zanîn, piştî êrişan jî pişgiriya xwe ya ji bo HTŞ'ê dubare kir. Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Gel ê Wezareta Parastinê Tugamîral Zekî Akturk, got: “Em carekî din diyar dikin ku em parastina Sûriyeyê wek parastina xwe dibînin û em ê di çarçoveya rêgeza ‘yek dewlet, yek artêş’ ji bo yekitî û yekparetiya Sûriyeyê ger daxwaz bikin em ê li dijî hêzên terorê piştgiriyê bidinê.”