Bi hezaran kes li Serhedê ji bo Rojava meşiyan

Parve bike:

WAN - Li Wan û Mûşê bi hezaran kesan êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Di meşan de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin û li dijî êrişan banga yekitiyê hate kirin. 

 
Platforma Saziyên Demokratîk, êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê bi meşekê protesto kir. Bi hezaran kesên li Parka Kurtuluşê kom bûn, bi pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Rojava xeta me ya sor e, em rê nadin dagirkeriyê” meşiyan. Ciwanan jî di meşê de pankarta “Li ser şopa Denîzan îmana me berxwedan” hilgirt. Girseyê her wiha dovîza “Li qadên berxwedanê rê nayê dayin” hilgirt. 
 
Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî berxwedana HSD’ê” hate berzkirin. Gelek welatiyên derketin pacên malên xwe jî piştgirî dan çalakvanan. Bi hezaran kes, biqasî 3 km’eyan di bin berfê de meşiyan û xwe gihand Qada Beşyolê. Piştî meşê, daxuyanî hate dayin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ HÊZÊN NAVDWELETÎ DA 
 
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di daxuyaniyê de anî ziman ku hewceye Kurd li her derê xwedî destkeftiyên Rojava derkevin û got: “Êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê li dijî wan her du taxan bûn, êrişeke li dijî hemû gelan, gelê Kurd bû. Em baş dizanin ka kî piştgiriyê didin vê zîhniyetê. Dewleta Tirk piştgiriyê dide vê zîhniyetê û çeteyan. Em Kurd li ku derê dibin bila bibin em ê nehêlin ev çeteye û alîgirên wan hebûna gelê Kurd tune bikin. Îro, roja yekitiya Kurdan e û divê her Kurdê xwedî rûmet û şeref ji bo destkeftiyên xwe rabe ser pêyan.” 
 
‘NE DAIŞ’Ê GELAN BIPARÊZIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bi lêv kir ku gel dê dîsa bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedanê derkeve û ev tişt anî ziman: “Mîna di sala 2014’an de ji bo Kobanê, îro jî gelê me dê bi heman ruhî dakeve kolanan û Rojava biparêze. Gelê Kurd li dijî van êrişan bû yek. Gelê me li her derê li dijî van êrişan derket. Em ê xebatên xwe yên dîplomatîk xurt bikin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku ne DAIŞ’ê lê gelan biparêzin. Em bang li gelê Kurd jî dikn ku xwe bihêz bikin û ji bo deskeftiyên xwe rabin ser pêyan.” 
 
‘EM KURD IN, KURDISTANÎ NE’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê axaftina xwe wiha qedand: “Êrişeke li dijî Kurdan, ziman û nasnameya Kurdan dê bibe çavkaniya me ya berxwedanê. Bi ruhê Kobanê em ê li her derê li kolanan bin. Em Kurd in, Kurdistanî ne. Em ê her tim bi xwişk-birayên xwe re bin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşm û tililiyan bi dawî bû. 
 
MÛŞ 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî bi heman boneyê meş li dar xist û daxuyanî da. Gelek kesên li Xaçerêya Yeşîlyurtê hatin cem hev, bi pankartên “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin”, “Rojava xeta me ya sor e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welate” ber bi Taxa Yeşîlceyê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Gelê Kurd ranezê xwedî li rûmeta xwe derkeve” berz kir. Şêniyên taxê jî bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. 
 
‘POLÎTÎKAYEKE AŞKERA YA TUNEKIRINÊ YE’
 
Girseya ku gihişt taxê, li vir daxuyanî da. Hevserokê DBP’a Mûşê Umut Yilmaz di daxuyaniyê de got ku HTŞ û dûvikên DAIŞ’ê li Helebê komkujî kiriye û got: “Em bi aşkerayî bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikin; li dijî vê polîtîkaya aşkera ya tunekirinê dengê xwe derxînin. Tişta li wir hatiye kirin sûcê şer e. Êrişa li dijî sivîlan e. Em ê nehêlin gelê me were qetilkirin.” 
 
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.