Ji ber deynê qeyûm dest danîn ser wesayîta şaredariyê

Parve bike:

WAN - Piştî hilbijartinên xwecihî, ji ber 1 mîlyar û 123 milyon deynê qeyûm dest danîn ser wesayîta meqam a Şaredariya Rêya Armûşê.

 
Piştî hilbijartinên xwecihî şaredarî tevî 1 mîlyar û 123 milyon deynê qeyûm dewr hate girtin, dewletê ji ber deynê qeyûm dest danî ser wesayîta meqam a Şaredariya Rêya Armûşê. Wesayîta ku di rê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin hate hecizkirin û wesayît veguhastin. Berê jî ji ber deynan kelûpelên odeya şaredar hatibûn hecizkirin.
 
Cîgirê Hevşaredar Cuneyt Ergîn ê ku çû cihê bûyerê, diyar kir ku îcra ne hiqûqî ye û tundiyekî sistematik e û ev tişt got: “Ji ber gendelî û nelirêtiya dema qeyûm, dixwazin gelê Armûşê ceza bikin. Tê xwestin ku bi deynên qirêj ên berê ve nehêlin şaredariya me bixebite. Em vê sapana kêfî qebûl nakin.”