Di serdegirtinê li ser malan de kesê ku hatibû derbkirin krîza dil derbas kir
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 15:41
- |
MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtinê li ser malan de Metîn Çakar ê ku hatibû derbkirin krîza dil derbas kir.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtinê li ser malan de Mehmet Nur Tanirgan, Emîr Çakar, Yusuf Elîş, Alî Turgay û ciwanê bi navê Tacettîn Aslan hatin derbkirin û binçavkirin.
Vê sibê li taxa Koçhîsar a navçeya Qoser a Mêrdînê welatiyê bi navê Metîn Çakar (51) ê ku di serdegirtina ser malê de polîsan deriyê mala wî şikandibû. Di serdegirtinê de kurê Çakar Emîr Çakar hate binçavkirin û li gorî îdiayê bav û kur hatin derbkirin. Metîn Çakar ji ber derbkirinê krîza dil derbas kir. Komên tenduristiyê ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, Çakar rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Qoserê.
Hat diyarkirin ku ji beşedariya protestoyan di 3 rojan de 30 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin îfadeyên li Miduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê tên ragiritn. Hat diyarkirin ku li emniyete bi navê “suhbetê” hevdîtin li ser welatiyan tê ferzkirin. Herwiha di dema serdegirtina li ser malan de deriyên malan hatine şikandin û mal hatine belakirin.