ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, da zanîn ku bersûcê cînayeta Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin hatiye girtin.
Ji bo Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê parêzer Alî Aydin ku li Îzmîrê di êrişekê de hate kuştin, li pêşiya Edliyeya Karşiyakayê daxuyanî hat dayin. Malbata Aydin, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Alî Aydin rûmeta me ye” û “ÎHD bêdeng nebû û dê bêdeng nebe” hatin hilgirtin.
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz di daxuyaniyê de got ku Aydin kesayetekî aştîxwaz bû û parastvanê mafan bû. Yilmaz, got ku ew ji kêliya ewil ve bûyerê dişopînin û bersûcê bûyerê hatiye girtin. Yilmaz, da zanîn ku gumanbarî di îfadeya li emniyet û dozgeriyê de mafê bêdengmayînê bi kar aniye û got: “Gelek dosyayên gumanbar ên tiryakê hene. Em tevek dibînin ka di demên dawî de cemaet û rêxistin van kesan çawa bi kar tînin. Me gumanên xwe yên di vê bûyerê de jî ji dozgeriyê re got. Gelek pirs hene. Gelek tiştên xweş hene mirov derheqê Alî de bibêje. Yên dixwazin bi van cînayetan me ji rêya me bikin bila bizanin ku dê nekarin berê me ji rêya me bikin.”
'JI BO RASTÎ DERKEVE HOLÊ EM DI NAVA HEWLDANAN DE NE’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin jî got “Ev cînayeteke siyasî ye” û ev tişt anî ziman: “Em hewl didin rastiyên di vê cînayetê de derxin holê. Tiliya tu kesekî di vê cînayetê de heye yan na? Ji bo bersiva vê divê lêpirsîneke çalak were kirin. Em hewl didin hemû delîlan kom bikin. Di lêpirsînê de hinek bisînorkirin hene, her ku pêş dikeve em ê daxilî dosyayê bibin.”
Ozturk Turkdogan jî got ku ji bo heqîqeta vê cînayetê derxin holê dê tişta ji dest tê bikin.