NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dorpêça leşkerî ya li ser taxên Helebê berdewam dike û got: "Ew hewl didin hovîtiya ku dikin veşêrin."
Dorpêça leşkerî û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di 6'ê Çileyê de ji aliyê HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, tên kirin, berdewam dikin. Li taxên ku ji aliyê 42 hezar endamên çekdar ve êrişî wan tê kirin, dibistan, nexweşxane û cihên sivîlan bi tank, top, roket û SÎHA'yan tên hedefgirtin. Di van êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatî jî birîndar bûn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo der barê êrişên li herêmê de nirxandin kir.
‘DIXWAZIN VEŞÊRIN'
Îbrahîm Şêxo, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku piştî destpêkirina êrişan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê aloziyeke mezin derketiye holê. Şêxo got: "Li dijî deverên ku sivîl lê dijîn bombebaranên giran hatin kirin. Berî ku komên çekdar bikevin taxê, me belge kir ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 125 kes jî birîndar bûne. Lê belê, piştî ku êrişkar ketin taxê, pêwendiya me qut bû. Înterneta taxê hat qutkirin. Dest bi revandina mirovan hat kirin. Me tespît kir ku nêzîkî 300 kes hatine revandin."
'HERÊMA LEŞKERÎ'
Şêxo diyar kir ku komên HTŞ'ê, dema ku ketine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi zorê ew wekî herêmên leşkerî îlan kirine û got: "Wan taxa Şêmeqsûd wekî herêmeke leşkerî îlan kirin û nahêlin kes bikeve hundir. Ew hewl didin ku asta hovîtiya xwe veşêrin."
Şêxo her wiha diyar kir ku di dema êrişan de nêzîkî 200 hezar kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin û got: "Di nav mirovên ku li taxan mane de fikareke mezin heye. Em dixwazin kesên ku hatine revandin demildest werin berdan. Divê vegera mirovên ku ji taxan derketine were misogerkirin. Em li bendê ne ku hêzên navneteweyî berpirsiyariyên xwe yên der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li her du taxên Kurdan de bicîh bînin."