AMED / MERSÎN - Mele Abdullah Arkan, bertek nîşanî êrişên HTŞ’ê yên li Helebê li dijî Kurdan da û got: “Xwedêgiravî Misilman li Rojava Kurdan qetil dikin”, endamê DÎK’ê Yunus Kaya, diyar kir ku tiştên qewimîne ne li dijî mirovahiyê ye.
Li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek didomin. Endamê Federasyona Lêkolînên Îslamî Mele Abdullah Arkan û endamê Kongreya Demokratîk a Îslamê (DÎK) Yunus Kaya, êrişên HTŞ nirxand. Mele Abdullah Arkan, êrişên li cenaza wekî “wehşet” pênase kir. Arkan, êrişên Tirkiyeyê yên li dîjî Efrînê de koçberkirina bi deh hezaran bibîr xist û got Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîsa di hedefa komên girêdayî Tirkiyeyê de ne.
ÎNKAR Û ÎMHA
Arkan, anî ziman HTŞ di çarçoveya polîtîkayên îmha û înkarê de êriş dike û ev tişt got: “Gelê Efrînê zerar neda can û malê kesê, lêbelê bi sirgun û mirinê re rû bir û ma. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane şehîd in. Pêxemberê me dibêje ‘kesê êrişkar, talanker nabe şehîd kesê axa gel biparêze şehîd e.’ Kesê gel qetil bike munafiq e. Li Rojhilat û Bakur zimanê gel tê astengkirin. Li Rojava bi xwîna hezaran şehîdan destkeftî hatin bi destxistin. Gelên wir bi hev re dijîn.”
PITIKÊ DI DERGÛŞÊ DE QETIL KIRIN
Arkan diyar kir ku pitîkê di dergûşê de, kal û sivîlên bê parastin qetil kirine û wiha pê de çû: “Ji pitigê dergûşê heta zarokê 11 salî û li hemberî jinan qetlîam pêk hat. Me hemûyan ew dîmen dîtin. Me dît ku dema jinekê şervan ji avahiyê diavêjin dibêjin ‘Allau ekber’. Ev munafiqtî ye dij mirovahiyê ye. Ev dijminê ola Îslam û hemû olan in. Artêşek qetlîamê ku ji Azerî, Kirgiz, Tirkmen, Çeçen û Ereban pêk tê ava kirine. Kesên ku van qetlîaman dikin ji aliyê dewleta Tirk û medyayê wek qehreman tên pênasekirin. Lê kesê ku axa xwe diparêze wek ‘terorîst’ binav dikin. Xwedêgiravî Misilman, li Parîsê bi Îsraîlê re peymanê çêdike li Rojava gelê Kurd qetil dike. Li hemberî vê yekê gelê Kurd dê li çar parçeyan her roj li qadan bin.”
‘LI DIJÎ CENAZE WEHŞET PÊK ANÎN’
Yunus Kaya, diyar kir ku rêgez û exlaqên şer hene û li gorî baweriya Îslamê divê rêz li dîlgirtî û miriyan re bê nîşandan û bibîr xist ku dema cezaneyê cihûyekî derbas bûye Hz. Muhemmed rabûye ser piya û wiha axivî: “Ev tiştên qewimîn ne ola ku pêxember qal kiriye. Îslam veguheriye ola berjewendî î desthilatê. Wehşeta li dijî cenaze tu eleqeyekî wê bi Îslamê re nîne. Ev yek bi tu aweyî nayê qebûlkirin.”
‘DEMA MESELE DIBE KURD UMMET TÊ JIBÎRKIRIN’
Kaya, bal kişand ser têgeha ummetê û bertek nîşanî bêdengmayîna li hemberî zilma li ser Kurdan da û wiha dawî axaftina xwe anî: “Her zindewerekî ummetekî wê heye. Ev cuda ye. Lê dema kut ê gotin ummeta pêxember hemû kesên bi Xwedê û pêxember bawerî anîne dihewîne. Kesê bawermend nikare heqaret û zilmê bike. Li Rojhilata Navîn Kurd, Tirk, Ereb û Faris dijîn lê gelê herî zêde ji Îslamê re xizmet kiriye Kurd in. Şêx, seyda, mele, diyanet, alimên olî û kesên diçin mizgeftê û hece ku li hemberî zilma li ser Kurdan bêdeng bimînin dê ji ezabê Xwedê rizgar nebin.”
MA / Mehmet Guleş - Fethî Balaman