Hakki Boltan: Kalo heya nefesa xwe ya dawî ji bo heqîqetê têkoşiya

Parve bike:
AMED - Hakki Boltan qala Yilmaz Yakut ê ku yek ji navê sembol ê kevneşopiya Çapemeniya Azad bû, kir û got: “Kalo heya nefasa xwe ya dawî têkoşiya.”
 
Yilmaz Yakut ê ku wekî “Kalo” yê Çapemeniya Azad dihate naskirin, di 16’ê Çileya 2022’yan de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Kalo, di salên 90’î de ku li Kurdistanê gund dihatin valakirin, mirov dihatin revandin û qetilkirin, cînayetên faîl nediyar, binçavkirin û kuştin herî zêde pêk dihat de dest bi xebata Çapemeniya Azad kir. Kalo dema 14 salî bû dest bi belavkariya Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Gelek caran hat binçavkirin, revandin û îşkencekirin. Di zivistana sala 1993’yan de li kolana Mêlîk Ahmedê dema belavkariya rojnameyê dikir rastî êrişî Hizbullah hat û birîndar bû. Ya ku Kalo ji mirinê xilas kir rojnameyên di bin montê wî de veşartî bûn.
 
BÊNAVBER TÊKOŞIYA
 
Kalo rexmê hemû tundiyan têkoşiya û wekî “Generalê Biçûk” ê Apê Musa (Musa Anter) xebat domand. Kole, rojnameyên ku belavkariya wan li Kurdistanê qedexe bûn carina di kîsê ard de, carina di kîsê gilêşê de û carinan jî di satilên dendikan de belav kir û gîhande gel. Kalo yê ku di sala 1992’yan de bi Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi têkoşînê kir bi Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yenî Gundem, Yenîden Ozgur Gundem, Welat û Ulkede Ozgur Gundemê heta sala 2010’an domand.  
 
 ‘ME ÎŞKENCEYA LI SER LAŞÎ WÎ DE ŞOPÊ FAŞÎZMÊ DIDÎT’
 
Hakki Boltan ê ku hevalê Kalo yê xebatê bû qala Kalo kir û diyar kir ku wî bi sekna xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad temsîl dikir û ev tişt got: “Di dema tundî zêde bû wî ji bo berdewamkirina kevneşopiya Çapemeniya Azad kolan bi kolan geriya. Em bi hev re xebitîn. Em bûn şahidê têkoşîna wî. Sekna wî ji bo me bû rêber. Helwesta wî li hemberî tundiyên dewletê bû pirtûka rojnamgeriya Çapemeniya Azad. Gelek caran hat îşkencekirin û binçavkirin. Dema me li laşê wî dinêrî me şopên faşîzma dewletê didît. Heta nefasa xwe ya dawî di kevneşopiya Çapemeniya Azad domdand. Li hemberî faşîzmê heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da.”
 
‘HER TIM ROJNAME BI AWEYEKÎ DIGÎHAND XWÎNÊRAN’ 
 
 Boltan, rave kir ku di belavkariya rojnameyê de tu astengî nas nedikir û wiha pê de çû: “Wî dijminê xwe nas dikir û dizanibû ku dijmên çi dike. Li gorî wî gav diavêt. Li dijî astengiyên belavkariya rojnameyê gavên pratîk didît. Ev yek dewlet bi hêrs dikir. Bi rojan li wî îşkence dikirin. Hizbullah êrişî Kalo kir. Em ê her tim têkoşîna Kalo bidomînin. Em ê pênûsa wî li erdê nehêlin.”