HSD'ê ji bo Meskeneyê banga lezgîn li hêzên navneteweyî kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku HTŞ'ê peymana hatibû çêkirin binpê kir, li Meskenê di navbera HSD û hêzên Şamê de pevçûn derket. 

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî duh daxuyandibû bi navbeynkariya hêzên navneteweyî ji bajarên Dêr Hafir û Meskenê, ku tê de xetereya pevçûnê heye, vekişiyane. Li ser vê HSD'ê ji danê sibehê ve ji rojhilatê Helebê vekişiyabû. Lê hat ragihandin ku HTŞ'ê êrişî HSD'ê kiriye. HSD'ê daxuyand ku berî ku vekişîn temam bibe HTŞ ketiye Meskenê û ji ber vê pevçûn derketiye. 
 
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: 
 
“Ji ber ku hikûmeta Şamê şertên peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hatiye çêkirin binpê kiriye, li bajarê Meskenê şer û pevçûn diqewimin. Ji bo ku pevçûn bi dawî bibin, divê ev binpêkirin rawestin, divê Şam pabendî peymanê bibe. Divê wekî ku di çarçoveya lihevhatinê de şervan bi tevahî ji bajarên Meskenê û Dêr Hafir vekişin, piştre ew bikevin wan deran.”