Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Parve bike:

ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Di nava şandeyê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digirin.