COLEMÊRG - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, der barê êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de axivîn û gotin ku divê her kes li dijî komkujiya li Rojava dengê xwe bilind bike.
Êriş û komkujiyên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di nava civaka Kurd de hêrsekî mezin çêkir. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bertekên tund hatin nîşandan. Dayikên Aştiyê yên Geverê ji bo rawestandina vê komkujiyê banga dengderxistinê kirin.
‘DIVÊ AZADÎ, EDALET Û WEKHEVÎ PÊK WERE’
Xemê Akgulê diyar kir ku tevî di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re salek derbas bûye jî, dewletê tu gav neavêtine û nêzîkatiyeke jidil nîşan nedaye û ev tişt got: “Ji bo aştî pêk were em têkoşiyan, lê ji aliyê desthilatê ve tu gav nehatin avêtin. Ez bang li her du aliyan dikim, bila her kes bibe yek û vê aştiyê pêk bînin da ku êdî xwîn nerije. Bila cîhan bibe cîhekî jiyan, edalet û azadiyê.”
BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRIŞÊN LI ROJAVA
Xemê Akgulê bertek nîşanî êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha pê de çû: “Ji bo komkujiya li dijî mirovahiyê ya li Rojava, divê her kes bibe yek û bibe dengê Rojava. Bila êdî birayên me nemirin. Dewlet dixwaze Kurdan bixapîne, lê Kurd êdî naxapin. Kurdên niha hişyar û li ser piyan in. Ew çi dikin bila bikin, em ê dev ji aştiyê bernedin. Em ê rê nedin ku zarokên me tune bibin. Em dixwazin di serî de rêzdar Ocalan, hemû Kurd bi ser bikevin.”
‘JIN DÊ PÊŞENGIYA PÊVAJOYÊ BIKIN’
Xemê Akgulê anî ziman ku ew baweriyê bi pêvajoya ku rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha me gav avêtin. Rêzdar Ocalan rola pêşengiyê pêvajoyê da me û em wekî jin jî ji bo serkeftina vê pêvajoyê em ê bixebitin. Jin li ber xwe didin. Jinên ku di dîrokê de şahidên herî mezin ên êşê ne, dê pêşengiya aştiyê jî bikin.”
BÊDENGIYA ENQEREYÊ LI HEMBERÎ DAXWAZÊN DAYIKAN
Saadet Dogma, ku di nav 45 dayikên ji bo rawestandina şer çûbûn Enqereyê de bû, wiha axivî: “Em 45 dayik ji bo edaletê û rawestandina şer çûn Enqereyê. Em li ber Meclisê daketin lê tu kesî bi me re hevdîtin nekir. Li şûna nûneran, bi hezaran polîs li ber me rêz kirin. Tu kesî nexwest dengê aştiyê yê dayikan bibîhîse. Em li wir qîriyan ku em ê vê neheqiyê qebûl nakin. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, çima li Rojava komkujiyê dikin? Li ser navê misilmantiyê vê dikin ev ne misilmantî ye.”
‘EV NE ŞER E, KOMKUJÎ YE’
Saadet Domayê bal kişand ser hovîtiya komên paramîlîter û got: “Yên ku navê Xwedê bikar tînin û mirovan qetil dikin, ne misilman in. Heke dewleta Tirk dibêje em bira ne, bila vî şerî rawestînin. Bi sedsalan e Kurd û Tirk bi hev re dijîn, lê îro radibin komkujiyê dikin. Li Rojava zarok û jin hatin qetilkirin. Ev ne şer e, komkujî ye. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek.”
‘ÇIMA HER KES BÊDENG E?’
Saadet Dogmayê bal kişand ser bêdengiya li hemberî Rojava û wiha pê de çû: “Yên ku di mizgeftan de ji bo Filistînê dengê xwe bilind dikin, dema mijar dibe Kurd, dibin ker û lal. Madem pêvajo heye, çima Kurd tên qetilkirin? Piştî daxuyaniya Hakan Fidan ev komkujî pêk hat. Em êdî ji tu kesî bawer nakin. Hevalên me yên jin ji şaneşînan avêtin, ciwanên me qetil dikin.”
‘ÇI KARÊ TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ HEYE?’
Amîne Engudarê jî diyar kir ku piştî destpêkirina pêvajoyê êriş zêde bûne û got: “Em baweriyê bi rêzdar Ocalan tînin lê baweriya me bi dewletê nayê. Dema Kurdekî xwedî maf dibînin, aciz dibin. Bi wesayît û alên dewletê li Sûriyeyê komkujiyan pêk tînin. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Em ê tu carî Rojava radestî wan nekin.”
MA / Ozlem Yacan