STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Kurdan, li dijî pêvajoyê “sabotaj” in.
Komên paramîlîter ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û Tirkiyeyê, di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin ku zêdetirî 500 hezar sivîl lê dijîn. Di êrişan de sûcên giran ên şer pêk hat, bi dehan kes hatin qetilkirin û nêzî 160 hezar kes neçarî koçberiyê bûn. Li aliyê din, li Îranê jî protestoyên ku di 28’ê Kanûna 2025’an de dest pê kiribûn, li tevahiya welat belav dibin. Piştî van geşedanên li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê Komîsyona Meclisê ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo raporekî hevpar kom bû, lê desthilatê hîna tu gaveke şênber neavetiye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyona Meclisê Meral Daniş Beştaş, geşedanên li Sûriye, Îran û pêvajoya aştiyê nirxand.
ROLA DYA, ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ DI ÊRÎŞAN DE HEYE
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hevdîtinên li Parîsê yên di navbera Amerîka, Îsraîl û Sûriyeyê de ku Tirkiye wekî çavdêr beşdar bûbû û got ku êrişên piştî vê civînê balkêş in û ev tiştgot: “Tirkiye li vir aliyek e. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê gotibû ‘heke êrişî Helebê bikin em ê piştgiriyê bidin’. Ji ber vê ev êriş ji vê tîfaka navneteweyî ne serbixwe ye. Yên ku her carê ji HSD’ê re dibêjin li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere, li dijî HTŞ’ê bêdeng in. Berevajî vê, li pişt HTŞ’ê disekinin. Di Peymana 1’ê Nîsanê de HSD’ê çekên xwe yên giran û mîlîtanên xwe vekişandibûn, tenê hêzên asayîşê mabûn. Îsraîl niha li başûrê Sûriyeyê ye û yên ku dibêjin HSD bi Îsraîlê re li hev kiriye, hevdîtina Colanî û Îsraîlê nabînin.”
ARMANCA ÊRIŞAN ÇI YE?
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku armanc “paqijkirina etnîkî” ye û xwestina Helebeke bê Kurd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Armanc ew e ku daxwaza Kurdan a ji bo hemwelatiya wekhev û Sûriyeyekî demokratîk bitepisînin. Tifaka Tirkiye û Colanî, tifaka li dijî Kurdan e. Divê em jiyana gelê Kurd û gelên din hêsan bikin, ne ku dijminatiyê bikin.”
‘PROTESTOYÊN ÎRANÊ JI SÛRIYEYÊ NE SERBIXWE NE’
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku protestoyên Îranê û êrîşên HTŞ’ê nîşan dide ku hêzên derve li herêmê di nava hesabekî de ne û bal kişand ser rejîma otorîter a Îranê û got: “Tirkiye li kû derê be bila bibe, naxwaze Kurd tiştekî bi dest bixin. Lê daxwaza me ew e ku gelê Îranê pergala xwe demokratîk bike. Em li dijî pergala zordar û otorîter in.”
‘ÊRIŞ LI DIJÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ SABOTAJ IN’
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê “hêdî” bi pêş dikeve, êrişên li Sûriyeyê baweriya bi pêvajoyê lawaz dikin û ev êrîş wekî “sabotajekê” pênase kirin.
‘WEKÎ KU TURKÊN AZERBAYCANÊ TÊN PARASTIN, DIVÊ KURDÊN HELEBÊ JÎ BÊN PARASTIN’
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku divê naveroka pêvajoyê were dagirtin û wiha berdewam kir: “Em naxwazin aştî wekî keremekê were dîtin, aştî mafek e. Çawa ku Tirkên li Qibris û Azerbaycanê tên parastin, divê Kurdên li Sûriye û Helebê jî wekî birayên Kurdên vir bên parastin. Ev rewş di nav Kurdên Tirkiyeyê de dibe sedema şikestinekî mezin. Li Hatayê gel ji me re dibêje ‘Tirkiye vê yekê li Helebê dike, hûn çawa bawerî bi pêvajoyê tînin?’. Em baweriyê bi gelê xwe tînin. Erka me ew e ku em Tirkiyeyê biguherînin û komarê demokratîk bikin.”
‘LI GORÎ FIKRÊ DÊ BI RÊZDAR OCALAN RE HEVDÎTIN ÇÊBIBE’
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan aktorekî sereke ê vê pêvajoyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêzdar Ocalan muxatebê sereke ye. Di serê salê de nêrînên wî yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin parvekirin. Ez di wê baweriyê de me ku dê daxuyaniyên nû bide.”
MA / Omer Îbrahîmoglu