Ji HSD'ê der barê Tebqa û Mensûrayê de daxuyanî
- Rojane
- |
- 18 Çile 2026 09:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku sê kesên gule li cihê sivîlan ên li Tebqayê dibarandin hatine girtin û li Mensûrayê jî li hemberî komên çekdar şerekî giran didome.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa ewlekariyê ya li bajarê Tebqa û derdora wê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên HSD'ê li Tebqayê sê kes girtine ku gule berdane malên sivîlan û bi vî rengî hewl dane tevlîheviyê bikin û ewlehiyê têk bibin. Hat gotin ku têkildarî kesên hatine binçavkirin karê pêwîst hatiye destpêkirin û ewlehî û aramiya li bajêr ji nû ve hatiye pêkanîn.
Navenda Ragihandinê ya HSD'ê diyar kir ku ji bo rabûna li ber êrişan û bicihanîna ewlehiya gel, hêzên wan niha li bajarokê Mensûrayê li dijî komên çekdar ên ser bi Şamê ve şerekî giran dikin.