Li Tişrînê pevçûbên dijwar diqewimin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tişrînê di navnera HSD-YPJ û komên HTŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Komên paramîlîter hewl ididn bi tankan biçin û şervanên HSD û YPJ jî bersiva wan didin. 

 
Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dibin. Li xeta Tişrînê di navbera hêzên HSD-YPJ û HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûnên  dijwar diqewimin. Komên paramîlîter hewl didin bi tankan bi pêş ve biçin û şervanên HSD û YPJ'ê bi tundî bersivê didin.
 
Li gorî ANHA'yê, li Girê Suryatelê yê herêmê di navbera şervanên HSD-YPJ û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin.
 
Ev kom hewl didin bi tankan ber bi Girê Suryatelê ve pêşve biçin. Şervanên QSD û YPJ'ê bi tundî li hember van hewldanan li ber xwe didin.