NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li ser Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê berdewam dikin. Fermandar Kawa Qeremox ku li eniyên pêş e, ragihand ku bendav dê were parastin û paşve gav nayê avêtin.
Êrişên ku di 6'ê Çileyê de ji aliyê HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin destpêkirin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne.
Êrişan ligel kantonên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, Bendava Tişrînê ya stratejîk û deverên gundewarî yên derdora wê yên li başûrê Kobanê hedef girtin. Bombebaranên dijwar ên bi tank, obus û çekên giran berdewam dikin.
Ji fermandarên ên eniya Bendava Tişrînê Kawa Qeremox ku ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku hêzên wan li çeperên bendavê hene û bi biryardarî berxwedana xwe didomînin.
Fermandar Qeremox diyar kir ku li ser medyaya sanal agahiyên pûç tên belavkirin û got: "Em li bendavê ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev îdîa ji bo bandorê li gelê me bikin, dixin rojevê. Ne rast in."
Qeremox destnîşan kir ku êriş ji bo dagirkirina bendavê ye û got: "Belê, êrişeke giran li ser vê herêmê heye. Ji bo em dest ji bendavê berdin êriş dikin; lê belê em ê bi ti awayî dest ji bendavê bernedin. Ev bendav a gelê me ye. Gelê me ji bo vê bendavê berdêlên giran da; şehîd da, birîndar da, zarokên me li vir şehîd bûn. Ji ber vê yekê bila gelê me heta dawiyê ji hêzên xwe bawer be. Çawa ku berê li hemberî êrişên giran me dest ji bendavê bernedan, niha jî em ê dest jê bernedin."
Qeremox anî ziman ku li pêş eniyê tank û wesayitên zirxî yên Tirkiyeyê hatine bicihkirin û got: "Ne tenê hêzên Tirk, hêzên tevahiya cîhanê bên em ê dest ji bendava xwe bernedin. Serketin a me ye."