Bi obusan êrişî Girtîgeha Aqtanê tê kirin

Parve bike:
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku HTŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi çekên giran û obusan êrişî Girtîgeha Aqtanê ya ku DAIŞ'î lê girtî ne, dikin. 
 
Hat ragihandinnku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi çekên giran û obusan êrişî Girtîgeha Aqtanê ya li Reqqayê kirin ku endamên DAIŞ'ê lê girtî ne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tîmên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser ên ku ji ewlehiya girtîgehê berpirsiyar in, berxwedana xwe ya li dijî êrişan didomînin.