AMED - Endama Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê Ozlem Kulahçi Tanamanê diyar kir ku ew ê ji bo nerazîbûna li hember cezayê "hûnandina keziyê" yê li ser klûbê hatiye sepandin, keziyên xwe bihûnin û got: "Em hemû hevalên xwe yên jin vedixwînin stadyûmê."
Amedspor ku niha di Trendyol 1. Lig (Lîga Yekem a Tirkiyeyê) de di rêza yekê de ye, ji ber vîdyoyek ku tê de kezî tön hünandın û li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, ji ber "propagandaya îdeolojîk" hat cezakirin. Lijneya Disîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) 802 hezar TL ceza da Amedsporê û 15 rojan cezayê bêparhiştina ji mafan da Serokê Klûbê Nahit Eren. Hat diyarkirin ku ceza ji ber "daxuyanî û propagandaya îdeolojîk a ku armanc dike zirarê bide navûdengê futbol û saziyan" hatine birîn. Her çend vîdyo li ser platforma X'ê zêdetirî 14 mîlyon caran hatiye temaşekirin jî, Amedspor ji raya giştî gelek peyamên piştgiriyê werdigire.
Cezayê ku li Amedsporê hat birîn di çapemeniya cîhanî de deng veda. Malpera nûçeyên werzîşê ya Fransî Instant Foot, di postek ji bo bi mîlyonan şopînerên xwe de destnîşan kir ku klûb ku şansê wê heye ku derbasî Super Ligê bibe, ji ber sedemên wiha pir caran rastî cezayan tê. Cezayê ku li Amedsporê tê birîn ku berê rastî êrişên nijadperestî hatiye, bûye sedema nîqaşeke navneteweyî.
Piştî ceza, rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê û Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê ketin nava livûtevgerê, banga hevgirtinê kirin û ji bo dayîna ceza kampanyayek dan destpêkirin.
Endama Lijneyê Ozlem Kulahçi Tanamanê diyar kir ku Amedspor ne tenê klûbek futbolê ye, bûye qadeke civakî ku derdorên bindest û marjînalîzekirî xwe lê îfade dikin. Ozlem Kulahçi Tanamanê bal kişand ser hesasiyeta Amedsporê, bi taybetî der barê jin û zarokan de û got ku ew armanc dikin ku xuyabûna jin û zarokan li tribunan zêde bikin da ku pêşî li tundûtûjiyê bigirin.
Ozlem Kulakçi Tanamanê diyar kir ku ew cezayê hatiye dayîn şermezar dikin û got ku Amedspor dê dev ji helwesta xwe ya li ser pirsgirêkên civakî bernede û dê ji bo jin û zarok li stadyum û tribunan çalaktir bibin têkoşîna xwe bidomîne. Ozlem Kulahçi Tanmanê destnîşan kir ku ji hemû derdoran peyamên piştgiriyê tên û got: "Em ê porê xwe bi hev re bihûnon."
Ozlem Kulahçi Tanamanê bang li jinan kir ku xwedîderketina li stadyûman xurttir bikin.
MA / Fethî Balaman