Rapora der heqê sûcên şer ên li dijî zarokên Rojava
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, der heqê sûcên şer ên êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî zarokan, raporek amade kir. Di raporê de wêne û belgeyên sûcên hatine kirin hatin parvekirin.
Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava, der heqê êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li djî rojavayê Kurdistanê û bandora wan a li ser zarokan raporek amade kir. Rapor, ji 41 rûpelan pêk tê. Di raporê de hûrgilî û belgeyên binpêkirina mafê jiyanê; qetilkirina zarokan, zarokên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê bi pevçûnan rû bi rû mane, bandora koçberiya bi darê zorê û derxistina gel a ji cih û warên xwe ya li ser zarokan, zarokên li Kobanê di bin gefên dorpêçê d, di nav şer de zarokên ku perwerdeyê bêpar mane cih digirein. Di raporê de her wiha cih dane hevpeyvîna bi Rêxistina Stêrk a parastin û şopandina mafên zarokan dike cih digire.
Di raporê de ji ewil îşaret bi binpêkirina mafê jiyanê û qetilkina zarokan hatiye kirin. Bi domdarî wiha tê gotin: “Ev rapor ji bo analîzkirina bandora êrişên HTŞ'ê yên ku di 6'ê Çileya 2026'an de dest pê kirin li ser zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji perspektîfeke Jineolojî ve hatiye amadekirin. Êrişên ku rasterast an nerasterast ji aliyê HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirkiyeyê ve têne kirin, bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên zarokan, di nav de mafê jiyan, tenduristî, xwarin, stargeh, lîstîk, perwerde û rehetiya psîkolojîk binpê kirine.”
ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYE
Di berdewamiya raporê de balê dikişînin ser zarokên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û tê gotin ku zarok raste rast bûne şahidên şerê çekdarî. Bi domdarî wiha tê gotin: “Wan dît ku malên wan tên hedefgirtin. Wan heta mirin û birîndarî jî wekî beşek ji jiyana rojane dîtin. Ev tê vê wateyê ku hesta ewlehiyê ya zarok bi bingehîn dihejîne. Ew hestek kûr a xerîbbûnê û têgihîştinek domdar a tehdîdê di zarok de diafirîne. Mirin, birîndarî û revandina zarokan di dema êrişên HTŞ’ de ne tenê windahiyên takekesî ne. Ew birînên ku li ser bîra (hafizaya) kolektîf a civakê hatine çêkirin in. Revandina zarokan êrişek li ser îradeya dayik û civakê ye. Ev pêkanîn beşek ji stratejiyekê ne ku tirsê belav bikin û civakê bindest bikin. Nezelaliya ku bi saya zarokên hatine revandin çêdibe ne tenê malbatan, lê tevahiya civakê mehkûmî rewşek şîn û benda domdar dike. Çend mînakên ku zarokên hatine qetilkirin em niha dixwazin bi we re parve bikin heye. Wekî delîl wêne heman demê hevdîtinên ku malbatê wan re hatine kirin hene."
DANEYÊN DI RAPORÊ DE
Li gorî raporê; li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 9 zarokên temenê wan di navbera 8 meh û 13 salî de diguhere zarok jiyana xwe ji dest dane û 11 zarok jî birîndar bûne. Navê zarokê jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Nûra Reşo (10), Emîn Reşo (8), Mîra Reşo (3), Xoreşîd Omer (13) Sebrî Mihemed Ebdelqadêr (8) û Mihemmed Ebdurahman Berekat (8 heyvî).” Navê 2 zarokan jiber şert û mercên êrişa nehatine diyarkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku zarokên ku windabûne jî gelek in lê hejmar ji ber rewşa erişan hîn nehatiye zelakirin. Li gorî raporê; zarokek a bi navê Axîn (dayik û bavên wê hatine qetilkirin û Axîn koçber e) 20 roje li Şêxmaqsûdê winda ye. Di raporê de wêneyên zarokên hatine qetilkirin hene û dîrok, nav û cih bi hev re di yek belgeyê de hatine berhevkirin.
REWŞA ZAROKÊN KOBANÊ
Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku zarokên li Kobanê di bin dorpêçê de dijîn, bi gefên berdewam ên êrişê mezin rû bi rû ne. Di raporê de daneyên zarokên li Kobanê, Hesekê û Reqayê hatin qetilkirin wiha hatin parvekirin; 9 zarokên temenê wan di navbera 3 û 15 salî de diguherin hatin qetilkirin. Navê zarokan wiha ye; Sabrîn Ehemd Elawî (8), Mehmûd Mesî Alkûlik (15), Deham Elreşo (10), Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10), Îbrahîm Ehmed Elawî (5), Cafer Mihemed Şêx Bozan (3) û Solîn Mihemed Şêx Bozan (7).
MAFÊ PERWERDEYÊ
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber êrişê zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane û wiha hate gotin: “Bi van êrişan re pergala perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî sekinî. Bi taybetî li Qamişloyê gelek dibistan ji bo malbatên koçber veguherîn stargehan. Bi girtina dibistanan re zarok ji perwerde, mamoste û rûtînên rojane hatin qutkirin. Lê dîsa jî di şert û mercên şer de, dibistan yek ji cihên dawîn e ku zarokek dikare ji tundûtûjiya cîhana derve were parastin.”
Li gorî raporê; rêveberiya perwerdehiyê ya Kobanê perwerde ji 15’ê Çileyê daye sekinandin. Piştî ku dibistan veguherî stargehan 72 hezar xwendekarên li Kobanê û derdora wê ji perwerdeyê bêpar mane.
BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Di encamnameya raporê de bêdengiya civaka navneteweyî jî hate rexnekirin û wiha hate gotin: “Di vê pêvajoyê de ne tenê ew kesên ku êrişan pêk tînin, lê ew kesên ku bêdeng dimînin jî berpirsiyar in. Bêdengiya saziyên ku ji bo parastina zarok, jin û jiyana sivîlan erkdar ne bêalîbûn e, lê hevkarî ye. Qirkirin qebûl kirine. Bêbandorî û bêdengiya avahî û mekanîzmayên xwebexş ên ku bi darizandina tawanên şer ên navneteweyî hatine erkdarkirin nayê qebûlkirin."