Gelaleya rapora dawîn ji partiyên siyasî re hate şandin

Parve bike:

ENQERE - Komîsyona Meclisê, gelaleya rapora dawîn ku ji hêla koma nivîsînê ve hatiye amadekirin, ji partiyên siyasî re şand. 

 
Komîsyona Meclisê ku bi mebesta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, gelaleya rapora dawîn a ji hêla koma nivîsînê ve hatiye amadekirin, ji partiyên siyasî re şand. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; çarçoveya bi gelaleya raporê re hatiye parvekirin dê di bin sîwana komîsyonê de bi berfirehî were nirxandin û piştî nirxandinan dê şiklê dawî yê raporê bê amadekirin. 
 
MA / Omer Gungor