Giliyê êrişa polîsan a di salvegera erdhejê de kirin
ENQERE – Der barê êrişa polîsan de ya li hemberî jinên ku li Enqereyê di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê de meşiyan, gilî hat kirin.
Platforma Jinan a Enqereyê, giliyê polîsan kir ku di meşa salvegera 6'ê Sibatê ya Mereşê de êrişî çalakgeran kiribûn û ew derb kiribûn. Jinan, berî gilîkirinê li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parêzera Reyhan Tufekçiyê ku polîsan ew derb kiribû Dondu Kûrşûnlûoglûyê axivî. Dondu Kûrşûnlûoglûyê anî ziman ku muwekîla wê ji aliyê polîsan ve rasterast hedef hatiye girtin û tundî lê hatiye kirin. Dondu Kûrşûnlûoglûyê got: "Nûçegihanê fotoyan ê Şaxa Ewşehiyê şelmaq li muwekîla min xist. Bi ser de, polîsan parxwaneke jinekê şikand. Her wiha Amîrê Şaxa Ewlehiyê bi porê jinekê girt û ew bi erdê ve kaş kir. Ev tundiya polîsan li dijî mafê şînê û mafê civîn û xwepêşandanan e ku bi destura bingehîn hatiye mîsogerkirin."
Paşê Reyhan Tufekçî axivî û got: "Şelmaqa hatiye avêtin, li rûmeta mirovahiyê, li mirovên ku me ew rizgar nekirin û bîrên êşbar hatiye xistin. Hûn ji me re dibêjin 'bêdeng bin, serî bitewînin, êşên xwe bibîr neynin. Lê em ne dest ji bîranînên xwe, ne jî êşên xwe berdidin. Em ê bi rêxistinbûnê bihêztir tevbigerin."
Paşê Nûnera Rojnameya Alinteriyê Zarife Çamalanê jî got ku di çalakiyê de bi tundiya polîsan re rû bi rû maye û parxwaneke wê hatiye şiandin.
Paşê jin ketin hundirê Edliyeya Enqereyê û gilî kirin.