Armanca Amedsporê Super Lîg e

Parve bike:
AMED - Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglû diyar kir ku hedefa wan ew e ku derkevin Super Lîgê û îşaret bi girîngiya piştgiriya alîgiran kir. 
 
Amedsporê, têkildarî rewşa dawî ya tîmê li Tesîsên Şehmûs Ozer daxuyanî da. Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglû di daxuyaniyê de axivî û got ku piştgiriyeke mezin ê alîgiran heye. Kaloglû, got: “Di xebatên transferan de rêveberiyê daxwazên me qebûl kir. Me lîstikvanên jêhatî standin. Ji bo ciwankirina tîmê me ev gav avêtin. Ji bo me ne reqîb ferq nakin. Em ji bo qezenckirina her maçê derdikevin sehayê. Bi piştevaniya alîgirên xwe em ê vê maçê (Sakaryaspor) qezenc bikin. Em niha di rêza yekemîn de ne û para vê serkeftinê ya herî mezin a alîgirên me ye. Hem li hundir hem jî li derve pir baş piştgiriyê didin. Lewma gelek keyfxweş in. Alîgirên Amedê xwedî cihekî pir taybet in.” 
 
FERQA PUANAN 
 
Kaloglû, got ku di navbera wan û reqîbên wan de kêmek puan hene û wiha got: “Ev yek dike ku divê em hêj bêhtir bixebitin. Em dixwazin piştî 14 hefteyan êdî derbasî Supr Lîgê bibin. Niha rewşa me baş diçe. Em derketin 10 maçan û me 10 puan kom kir. Dê hêj baştir bidome. Tîm û lîstikvan pir biqelîte ne. Em ê hêj bêhtir maçan qezenc bikin. Cezayê Çekdar heye. Ji bilî wê tu lîstikvanên me kêm nînin. Hedefa her tîmekê heye. Lewma her maç gelek zehmet e. Reqîbên me li dijî me bêhtir bi motîve dilîzin. Em dixwazin hemû maçan qezenc bikin û rêya xwe bidomînin.” 
 
Ji lîstikvanên tîmê Florent Hasanî jî got ku ew dixwazin bi performanseke baştir derkevin pêşberî alîgirên xwe û dixwazin di maça bi Sakaryasporê re de 3 puanan bi dest bixin. 
Nûçeyên Têkildar
Amedsporê 3 puan wergirt
Amedsporê 3 puan wergirt

Amedsporê a di Lîga 1’emîn de li deplasmanê Îstanbulsporê 4-0 têk bir.

Amedsporê peymana xwe ya bi Kaloglû re bi dawî kir
Amedsporê peymana xwe ya bi Kaloglû re bi dawî kir

Amedspor ku li sehaya xwe bi Sakaryasporê beramber ma, piştî maçê peymana xwe ya bi rahêner Sînan Kaloglû re bi dawî kir.

Amedsporê bang li jinan kir: Werin em bi hev re keziyên xwe bihûnin
Amedsporê bang li jinan kir: Werin em bi hev re keziyên xwe bihûnin

Endama Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê Ozlem Kulahçi Tanamanê diyar kir ku ew ê ji bo nerazîbûna li hember cezayê "hûnandina keziyê" yê li ser klûbê hatiye sepandin, keziyên xwe bihûnin û got: "Em hemû hevalên xwe yên jin vedixwînin stadyûmê."