ÊLIH - Li Êlihê di meşa li dijî komployê de hate gotin: "Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e. Ji ber vê divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin."
Bi pêşengiya DEKUP’ê bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlihê bi ronahiyên feneran meş hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, gelek sazî, dezgeh û bi sedan kes li Cadeya Gulîstanê kom bûn û bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” heta ber bi avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Xaçerêyê meşiyan. Di dema meşê de tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Îmrali”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
Girseya ku gihîşt ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Ewilî Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Êlihê Hasan Arigtekîn daxuyaniyê xwend.
'SIYASETA ÎNKARÊ BI ÎRADEYA ABDULLAH OCALAN TÊK ÇÛYE'
Hasan Arigtekîn diyar kir ku ev plana tarî li hember îradeya azadiyê ya gel û biryardariya çareseriyê ya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nîşan da û têkçûyînek dîrokî xwariye û wiha got:“Gelê Kurd û hevalbendên wan ji bo pûçkirina vê komployê bedelên giran dane. Bi çalakiyên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin', ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan çembera agir çêbû û bi mîlyonan kes li meydan û girtîgehan li ber xwe dan û nehiştin ku komplo bi bedelên mezin bi ser bikeve. Siyaseta înkar û tunekirinê bi îradeya Abdullah Ocalan têk çûye. Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e. Ji ber vê divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin."
'GELÊ KURD LI DIJÎ ÎNKARÊ SED SAL E LI BER XWE DIDE'
Piştre Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku gelê Kurd sed sal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Kamuran Tanhan wiha pê de çû: “Em vê roja reş şermezar dikin. Armanca vê komployê tunekirina gelê Kurd bû. Lê îro, gelê Kurd bi milyonan li her çar perçeyên Kurdistanê radibe ser piyan û îradeya xwe nîşan dide. Dema hûn li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê binêrin, hûn ê hebûna gelê Kurd bibînin.”
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.