ROJEVA 16'Ê SIBATA 2026'AN
* AYM’ê serlêdanên ji bo Aydin Erdem ê ku di sala 2009’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, red kir. Parêzerê dosyayê Yakup Guven bal kişand ser polîtîkayên "bêcezahiştinê" û diyar kir ku ew ê serî li DMME’yê bidin.
* Ji bo tehliyeya Mehmet Edîp Taşar ê ku 19 caran anjiyo bûye û ATK’ê 3 caran rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dayê, carekî din serlêdan hate kirin.
* Birayê siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak Resûl Sadak qala birayê xwe kir û got: “Ew qasidê aştiyê bû. Ger li derekê nakokiyek hebûna, xew nediket çavên wî.”
* Nivîskar Metîn Yegîn destnîşan kir ku tevî ku hêzên navneteweyî Peymana Civakî ya Rojava kiribin hedef jî, ew ê bi ser nekevin û got: "Fikra Rojava dê li her derê cîhanê belav bibe."
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, dê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê tev li hevdîtina bi gel re bibe. (12.00) ZINDÎ
* Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê têkildarî kampanyaya ji bo alîkariya bi Kobanê re daye destpêkirin, li DTSO'yê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ
* Koma nivîsînê ya Komîsyona Meclisê dê ji bo amadekirina rapora dawî bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bicive. (14.00)
* Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê dê têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan, li pêşiya Girtîgeha Dumlu ya Erziromê daxuyaniyê bide. (14.00)
* Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Necîp Fazil Kisakurek çalakiyê li dar bixe. (19.00)