AYM’ê serlêdanên ji bo dosyaya Aydin Erdem red kir

Parve bike:

AMED - AYM’ê serlêdanên ji bo Aydin Erdem ê ku di sala 2009’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, red kir. Parêzerê dosyayê Yakup Guven bal kişand ser polîtîkayên "bêcezahiştinê" û diyar kir ku ew ê serî li DMME’yê bidin.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana der barê mirina xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydın Erdem de red kir. Erdem di 6’ê Kanûna 2009’an de li Amedê, di dema protestoyên li dijî girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin. Dadgehê, hincetên wekî binpêkirina mafê jiyanê, mafê serlêdana bi bandor û mafê darizandina di demeke maqûl de wek "nayê qebûlkirin" dît û daxwaz red kirin.
 
 
Yek ji parêzerên dosyayê û Rêveberê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Yakup Guven, der barê biryarê de axivî.
 
ZINCÎRA XEMSARIYÊ
 
Guven diyar kir ku biryara AYM’ê du serlêdanan vedihewîne nava xwe û bi bîr xist ku piştî qetilkirina Aydin Erdem, bêyî lêpirsîna resen, malbatê û şaxên ÎHD'ê bi daxwaza tazmînata maddî û manewî doza îdarî vekirine. Guven destnîşan kir ku gelek delîl hene ku Erdem bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye, lê rêxmê vê yekê jî polîsan li şûna ku cihê bûyerê biparêzin û lêkolîn bikin, berevajî vê yekê tevgeriyane. Guven xemsariyên di lêpirsînê de wiha rêz kirin: Ji destpêkê ve delîl bi rêk û pêk nehatine komkirin, hewildanek ji bo derxistina rastiyê nehatiye nîşandan û pêvajoyeke ji bo tespîtkirin û cezakirina faîlan nehatiye meşandin.
 
Guven bi bîr xist ku ji ber van sedeman biryara "neşopandinê" hatibû dayîn û ev tişt got: "Di doza îdarî ya malbatê de jî hat îdiakirin ku nehatiye tespîtkirin ku gule ji çeka polîsan derketiye. Dadgeha Îdarî bi hinceta ku delîl tune ne û xwe spart biryara dozgeriyê ya neşopandinê, daxwazên tazmînatê red kir."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Guven anî ziman ku piştî erêkirina biryarê, wan serî li AYM’ê daye û destnîşan kir ku di destpêka lêpirsînê de hatibû tespîtkirin ku polîsên li cihê bûyerê hewl dane delîlan winda bikin û wiha pê de çû: "Pergala bêcezahiştinê bi salan e dewlet bi kar tîne. Ev pergal nahêle ku polîsên ku mafê jiyanê binpê dikin an îşkenceyê dikin bên cezakirin."
 
Guven anî ziman ku ev pirsgirêk ne tenê ya hiquqê ye, di heman demê de pirsgirêka siyaset û burokrasiyê ye jî û bang li hemû saziyên mafên mirovan, baro û rêxistinên civakî kir ku li dijî vê pergala bêcezahiştinê têkoşînekê birêxistin bikin. Guven diyar kir ku ew ê li dijî biryara AYM’ê, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
 
DER BARÊ DOZÊ DE
 
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem, di 6’ê Kanûna 2009’an de li Amedê di çalakiyekê de bi guleya polîsan hat qetilkirin. Di lêpirsînê de, di tuwaleta Mala Polîsan a Amedê de 6 qapsûnê fîşekan hatin dîtin. Hat tespîtkirin ku ev fîşek ji çekên polîsan ên bi navê S.B., H.Î., V.O. û T.M. derketine. Lê di raporê de hat gotin ku ji ber deformebûna guleyê, nayê zanîn ka ji kîjan çekê derketiye. Der barê polîs T.M. ê ku qapsûnê fîşekan avêtibû tuwaletê û polîsên din de tu lêpirsîn nehatin kirin.
 
BIRYARA NEŞOPANDINÊ HATE DAYÎN
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku Erdem ji aliyê kesekî rûpêçandî ve hatiye gulebarankirin, der heqê bersûcan de biryara neşopandinê û der heqê dosyayê de biryara "lêgerîna daîmî" da. Malbatê di sala 2012’yan de serî li DMME’yê da. DMME’yê di sala 2021’ê de biryar da ku Tirkiye 13 hezar û 500 euro tazmînat bide. Tirkiyeyê qebûl kir ku lêpirsînekî bi bandor nehatiye kirin û dê lêpirsînê nû bike. Lê tevî vê jî, lêpirsînekî bi bandor nehat destpêkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê da, lê AYM’ê jî ev serlêdan red kir.
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
Nûçeyên Têkildar
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin

Danişîna ewil a têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, dê sibe li Şirnexe bê lidarxistin.

Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê
Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin ku bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, got ku divê qanûnên aştiyê bi lez û bez têkevin dewrê."

Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne
Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne

Walîtiya Amedê, ji bo protestoyên têkildarî tayînkirina qeyûm biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” dabû. 3’yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê, bi sedema “hiqûqî nîne”, biryara qedexeyê ya walîtiyê betal kir.

Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin
Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin

Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan hebû lihev anîn dihatin darizandin de biryar hate dayin.

Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye
Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye

Wezîrê Dadê akin Gurlek têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û got ku mijara behsa xeberê di zagonan de cih nagire û verastkirina zagonî jî rayeya Meclisê ye.