Ji bo tehliyekirina Taşar ê 19 caran anjiyo bûye careke din serlêdan hate kirin

Parve bike:
STENBOL - Ji bo tehliyeya Mehmet Edîp Taşar ê ku 19 caran anjiyo bûye û ATK’ê 3 caran rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dayê, carekî din serlêdan hate kirin.
 
Ji bo berdana Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî ku di lîsteya "girtiyên nexweş ên giran" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, carekî din serlêdan hate kirin. Taşar di Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê de tê ragirtin û ji ber nexweşiya dil rojê çend caran dibin nexweşxaneyê. Taşar herî dawî di 11’ê Sibatê de cara 19’emîn anjiyo bû. Tevî ku 8 stent di dilê wî de hene û rîtma dilê wî xera bûye, Saziya Tiba Edlî (ATK) 3 caran rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dayê. Li ser vê yekê, parêzerên Taşar ji bo taloqkirina înfazê carekî din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dan.
 
BIRYARÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ HATIN BIBÎRXISTIN
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Taşar nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û bi kursiya biteker diçe hevdîtina parêzeran. Hate diyarkirin ku ev rewş li dijî "qedexeya îşkence û sepana xerab" e û di vê mijarê de xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatin bibîrxistin. Di serlêdanê de wiha hat gotin: "Li gorî xala 3’yemîn a PMME’yê, dewlet mecbûr e ku şert û mercên girtina kesekî li gora rûmeta mirovahiyê amade bike û tenduristiya wî biparêze."
 
DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Di serlêdanê de hate daxwazkirin ku Taşar bişînin saziyekî tenduristiyê, raporekî nû jê re bê dayîn û li gorî xala 16’emîn a Qanûna bi Hejmara 5275’an, înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan.
 
'REWŞA WÎ PIR XIRABE ÊDÎ NAYÊ NASKIRIN'
 
Parêzerê Taşar diyar kir ku rewşa muwekîlê wî gelekî giran e û wiha axivî: "Ez dikarim rewşa dawî ya Mehmet Edîp Taşar wiha vebêjim: Taşar beriya çend rojan dîsa anjiyo bû. Nêzî 4 rojan di nexweşxaneyê de ma û paşê şandin girtîgehê. Rewşa wî ya tenduristiyê niha gelekî krîtîk e. Nikare bi tena serê xwe xwarinê bixwe û dermanên xwe vexwe. Hevalên wî yên li girtîgehê alîkariya wî dikin. Malbata wî di hevdîtina dawî de diyar kir ku ew qas zeîf bûye ku êdî nayê naskirin û di dema hevdîtinê de Taşar serê xwe her tim daniye ser masê û nekarî nefesê bigire."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
Nûçeyên Têkildar
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.

 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.

Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.