Qala birayê xwe Selîm Sadak kir: Ew qasidê aştiyê bû
ŞIRNEX - Birayê siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak Resûl Sadak qala birayê xwe kir û got: “Ew qasidê aştiyê bû. Ger li derekê nakokiyek hebûna, xew nediket çavên wî.”
Di dîroka siyaseta demokratîk de gelek siyasetmedar hatin binçavkirin, bi salan di girtîgehan de man an jî bûn qurbaniyên cînayetên fâîl nadiyar. Hinek ji wan jî neçar man ku ji axa xwe ya ku lê mezin bûne û ji bo wê têkoşiyane, dûr bikevin û herin sirgûnê. Yek ji van kesan jî Selîm Sadak bû. Sadak ê 71 salî, dema li bajarê Heilbronn ê Almanyayê bi nexweşiya penceşêrê bû, di 23’yê Çileyê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîrasekî mezin a têkoşînê hişt.
Selîm Sadak di sala 1954’an de li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Hezexê, lîse li Mêrdînê qedand. Piştre li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê beşa Matematîkê xwend. Di sala 1983’yan de dest bi siyasetê kir. Di sala 1991’ê de wekî namzedê HEP’ê di lîsteya SHP’ê de bû parlamenterê Şirnexê yê serdema 19’emîn. Di 3’yê Adara 1994’an de tevî Leyla Zana, Hatîp Dîcle û Orhan Dogan hate girtin. 10 salan di girtîgehê de ma. Piştî derketina ji girtîgehê, di damezirandina DTP’ê de cih girt û di sala 2009’an de bû Şaredarê Sêrtê. Ji ber doza KCK'ê 6 sal ceza lê hate birin û neçar ma biçe Ewropayê. Sadak ê ku di 23'yê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, di 28’ê Çileyê de li Hezexê bi beşdariya hezaran kesan hate definkirin.
Sadak di jiyana xwe de her dem bi xebatên ji bo yekitiya neteweyî û aştiya civakî dihat naskirin. Di navbera salên 2004 û 2021’an de beşdarî 56 hevdîtinên aştiyê bû û malbatên ku dijminatiya hev dikirin, li hev anîn.
‘DI RÊYAGEL DE MEŞIYA’
Sadak diyar kir ku birayê wî ji ber fikrên xwe yên siyasî bi dehan caran hatiye binçavkirin û wiha got: “Beriya tevgera siyasî ya Kurd û piştî wê jî, ew her dem ji bo gel xebitî. Ji ber vê yekê her tim dihat binçavkirin. Lê wî tu carî serê xwe netewand û her carê jî têkoşîna xwe domand. Wî tu carî rê nîşanî gel neda, ew di rêya ku gel diyar kirî de meşiya. Gel çi bixwesta, wî ew dikir. Di sala 1994’an de derfetên wî hebûn ku biçe Ewropayê, lê wî red kir. Zêdetirî 10 salan di girtîgehê de ma.”
‘XEMA WÎ AŞTÎ BÛ’
Sadak bal kişand ser dilsoziya birayê xwe ya bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû: “Li her derê fikrên rêzdar Ocalan vedigot. Digot; ‘bêyî rêzdar Ocalan ev pirsgirêk çareser nabe.’ Ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdan pir têkoşiya. Ew qasidê aştiyê bû. Ger li derekê nakokiyek hebûna, xew nediket çavên wî. Carinan nîvê şevê ji nav nivînan radibû û diçû. Heta ku ew pirsgirêk çareser nekira, nedihat malê. Dema ku me li ser mijarekê nîqaş bikirana û me bigota ‘Fikrê Rêbertiyê ev e’, wî tavilê digot ‘Rast e, Rêbertî çi bibêje ew rast e’. Ew qas bi vî fikrî ve girêdayî bû.”
‘DÊ DI TÊKOŞÎNA GEL DE BIJÎ’
Sadak anî ziman ku dema birayê wî li Almanyayê nexweş bû çûye serdana wî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dema ku hat zanîn nexweşê penceşêrê ye, ez çûm cem wî. Gelek siyasetmedaran serdana wî kirin. Yek ji wan jî Omer Ocalan bû. Piştî ku Omer Ocalan ji Îmraliyê hat, birayê min bi nexweşiya xwe ve gelek pirs jê kir. Pir pirsên li ser tenduristî û jiyana rêzdar Abdullah Ocalan jê kir. Birayekî pir baş û hevalekî têkoşînê yê hêja bû. Gotinên wî yên dawî ev bûn: ‘Resûl li ku ye, gelo dîsa hatiye girtin?’ Me wekî malbat her dem hewl da ku em di rêya wî de bimeşin.”
MA / Emrullah Acar