Yegîn: Fikra Rojava dê li her derê cîhanê belav bibe

Parve bike:

ENQERE - Nivîskar Metîn Yegîn destnîşan kir ku tevî ku hêzên navneteweyî Peymana Civakî ya Rojava kiribin hedef jî, ew ê bi ser nekevin û got: "Fikra Rojava dê li her derê cîhanê belav bibe."

 
Êrişên komên wekî HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û li ser Rojava, 23 rojan dewam kir. Tevî vî şerê giran, cîhanê bi bêdengekê ev rewş şopand. Rêveberiya Rojava li dijî van êrişan seferberiya xweparastinê ragihand û bi berxwedanê êriş têk bir. Piştî van êrişan, di 30’ê Çileyê de rêveberiya Rojava bi Rêveberiya Demkî ya Şamê re li hev kir.
 
 
Nivîskar û derhêner Metîn Yegîn ê ku di gelek tevgerên komunel ên cîhanê de cih girtiye, modela Rojava û êrişên li ser vê modelê nirxand.
 
‘TENÊ BI BERTEKAN VE SÎNORDAR MAN’
 
Yegîn diyar kir ku pergala komunel a li Rojava bi têra xwe ji derve re nehatiye nasandin û ji ber vê yekê bertekên li dijî êrişan ne di asta statuyekî polîtîk de, tenê di asta wijdanî û insanî de mane û ev tişt got: "Ger pêşxistina pergala komunel bihata nîşandan, dê dîplomasiyekî cuda ya gelan derketa holê. Ger cîhanê bi rastî bizanibûna li wir çi di bin xetereyê de ye, dê helwestekî din nîşan bida. Bandora Rojava, ji ya ku tê zanîn pir zêdetir e lê kêm hat ragihandin."
 
‘LI ROJAVA EXLAQEKÎ DIN HEYE’
 
Yegîn destnîşan kir ku cîhan ber bi faşîzmê ve diçe, divê jiyana alternatîf a li Rojava bêtir bê destnîşankirin û wiha pê de çû: "Îro li dijî exlaqê burjuvaziyê û rizîbûna ku em her roj bi tirs temaşe dikin, li Rojava etîk û exlaqekî din heye. Ev qutbûn ne tenê qutbûna ji Rojhilata Navîn e, ev qutbûnek e li dijî wê hilweşîna exlaqî ya ku ji DYA’yê heta Hollandayê belav bûye."
 
‘QUTBÛNEKÎ ETÎK Û POLÎTÎK’
 
Yegîn anî ziman ku modernîteya kapîtalîst cîhan kiriye cihekî tirsnak û tûndiya li ser jinan gihîştiye asta herî jor û anî ziman ku belavbûna dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ne tesaduf e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li aliyekî êrişek li ser tunekirina jinê heye, li aliyê din jî alternatîfa Rojava heye. Li Rojava xwedîderketina jinê ya li xwe wekî kirde, ne reformek e, qutbûnekê etîk û polîtîk e."
 
‘DÊ FIKRÊ KESÊN KU XWE SERKEFTÎ DIBÎNIN JÎ BIGUHERÎNE’
 
Yegîn diyar kir ku lihevkirina rêveberiya Rojava û Şamê ne têkçûnek e û wiha axivî: "Ev rewş dê wekî Şoreşa Îspanyayê bandorekê bike. Dibe ku hûn li qadê têk biçin, lê yên ku we têk dibin neçar dimînin ku fikrên we qebûl bikin. Ez nabêjim HTŞ an DAIŞ dê vî fikrî qebûl bikin, lê gelên herêmê û cîhanê dê qebûl bikin. Utopyaya jiyanê ya li Rojava, dê fikrê girseyên wan ên ku xwe serkeftî dibînin jî biguherîne. Ev ji bo her derê, ji Lubnanê heta Efxanistanê û Tirkiyeyê derbasdar e."
 
‘PARASTINA CÎHANEKÎ CUDA NE SÛC E’
 
Yegîn destnîşan kir ku bi êrişên navneteweyî yên li ser Rojava ve Peymana Civakî hatiye hedefgirtin û got: "Em çima îro fikrên Rojava nîqaş dikin? Ji ber ku bandora wê li her derê belav dibe. Cîhana ku em tê de dijîn distopyayek e. Parastina cîhanekî cuda wekî 'sûc' tê dîtin. Ya xerîb ev pergala ku we ava kiriye ye. Heke em karker û kedkar bin, divê em li şertên Peymana Civakî ya Rojava binerin. Tu dikarî bi kê re piştevanî bikî, tu dê li ku xwse baş hest bikî? Li gorî wê helwestê nîşan bide. Ger tu tiştî nekî jî, wekî dewletê nefikire. Dewlet ne tenê tank û tifing e, îdeolojiyekî mezin e ku li ser razîbûnê ava bûye. Ger hûn dev ji wê razîbûnê berdin, dê tişt biguherin."
 
‘JIYANEKÊ CUDA DÊ DERKEVE HOLÊ’
 
Yegîn anî ziman ku bi avakirina rêxistinên kolektîf û komunal fikra Rojava dikare li cîhanê bê belavkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta em faşîzma rojane û hegemonyaya mêr neşikênin, tiştên diqewimin tenê wekî rêzefîlmekî li ser televîzyonê dimînin. Dema Dîwarê Berlînê hat rûxandin, dihat gotin ku 'dê êdî dîwar neyên avakirin' lê vîrûsa dîwaran li hemû cîhanê belav bû. Li Rojava dê tam berevajiya vê bibe. Fikra Rojava dê li cîhanê belav bibe û rengên jiyanekê cuda dê derkeve holê. Ger em dixwazin ji vê distopyayê rizgar bibin, divê em vî fikrî di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin."
 
MA / Sema Bîngol
Nûçeyên Têkildar
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.

HTŞ gundên Kobanê talan dike
HTŞ gundên Kobanê talan dike

Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.

Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe
Mehmûd Xelîl: Xelkê Efrînê gihişt zeytûnên xwe

Fermandare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl, anî ziman ku welatiyên Efrînê piştî bi salan gihiştine baxçeyên xwe yên zeytûnan.

Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe
Piştî 8 salan gihiştin cih û warê xwe

Welatiyên Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warê xwe hatibûn koçberkirin, piştî 8 salan vegeriyan ser xaka xwe.

400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin
400 malbatên Efrînî ber bi warê xwe ve bi rê ketin

400 malbatên Efrînî yên ji ber êrişên Tirkiyeyê ji neçarî koçeber bûn, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ber bi warê xwe ve bi rê ketin.