KONYA – Li navçeya Kûlû ya Konyayê ji ber şert û mercên aboriyê gelek Kurdan koçî Ewropayê kirin û koçberî dewam dike. Ji ber koçberiyê gelek gundên Kurdan vala mane.
Di dema Împaratoriya Osmanî de, nêzîkî 400-500 sal berê, Kurd ji Semsûr û Mereşê hatin koçberkirin û li Konyayê bi cih bûn. Her çend wan parastina nasnameya xwe domand jî, koça ber bi Ewropayê ve ku di salên 1950’î de ji ber sedemên aborî dest pê kir, paşê sedemên siyasî jî lê zêde bûn. Gelek Kurdên ku di salên 1990’î de, ji ber şewitandina gundan li Konyayê bi cih bûbûn, wan jî heman rê şopandin û berê xwe dan Ewropayê. Li navçeya Kûlûyê, ku di nav navçeyên Kurdî yên Konyayê de bi rêjeyên herî bilind ên koçberiyê dihat nasîn, li hin gundan hema hema kes nemabû.
GUND VALA DIBIN
Malbata welatiyê bi navê Orhan Budakçi sedan sal berê li gundê Celep bi cih bûye û 15 sal in Budakçi karê qehwexaneyê dike. Budakçi da zanîn ku berê nifusa gund zêde bû, lê piştre roj bi roj kêm bû û wiha got: “Li gund ciwan neman. Tenê kal û pîr man û ew jî bêyî ciwanan nikarin li vir bimînin. Rojê 15-20 kes tên gund û ew jî saetekê li vir namînin. Havînan ev der baştir in, lê zivistanan kes namîne. Kesên diçin careke din nayên û ev der bêmirov dimîne. Ciwan dema derfet bibînin berê xwe didin Ewropayê.”
YÊN DIÇIN BI XWE KESÊN DIN JÎ DIBIN
Budakçî got ku piraniya xaniyên gund vala ne û wiha axivî: "Li ser hin xaniyên vala tabelayên 'ji bo firotinê' dibînin. Kes xema pirsgirêkên gund naxwe. Ji ber vê yekê kes xaniyan ava nake an jî nakire. Malbata min di salên 1820-30’î de ji Semsûrê koçî vir kiriye. Li vir mirovên ji Erzirûm, Mereş û gelek cihên din hene. Berê baş bû, dibistan tijî bûn, her der qelebalix bû; lê îro kes nemaye. Ji salên 1960'î ve, mirov ji vir koçî Ewropayê dikin. Yên ku çûn ji ber sedemên aborî çûn. Nêzîkî 60 sal in, her kesê ku çûye yekî din jî bi xwe re biriye. Di encamê de, kes nemaye. Îro, di malan de yan yek kes heye yan jî ne zêdetirî du kesan."
‘LI GUND KES NEMA’
Malbata Zelîha Ekîncî yek jî malbatên ewilî li gundê Celep bi cih bûye ye û diyar kir ku li gund kes nemaye û wiha got: “Hinek ji bo perwerdeyê çûn û hinekan jî berê xwe dan Ewropayê. Berê nifûsa gundê me zêde bû û niha ev der wek zozanan bûne. Ev rewş mirov diêşîne. Li gund kes nema. 4 zarokên min li derveyî welat in. Neviyên min hene û wan jî dema betlaneyê dibinim.”
HINEK KES JÎ VEDIGERIN
Niştecihê gund Ethem Ekîcî demekê li derveyî welat dimîne û piştre vedigere gund û wiha got: “Ez li vir ji dayik bûm. Ez jî demekê li Ewropayê mam û piştre vegeriyam gund. Li vir jiyan zehmet e, lê dema mirov li cih û warê xwe be pirsgirêk kêmtir dibin.”
Ji heman gundî Muhammed Çîftçî jî wiha axivî: “Sedema çûyînan bi gelemperî pirsgirêkên ye. Di salên 1960’î de, dema ku gelê me diçû derveyî welat, ew bi xeyalên xanî û wesayît bikirin diçûn. Ev mijareke cidî ye ku divê were lêkolînkirin. Şert û mercên ku ew di bin wan de çûn civakeke nenas, zimanekî nenas, avhewayeke nenas çi bûn? Ev rewşeke wisa ye ku divê were nîqaşkirin, nirxandin û analîzkirin. Çima wan hewcedarî hîs kir ku biçin hawîrdoreke wisa nenas, civakeke wisa nenas? Sedema bingehîn aborî bû. Ew pirsgirêkeke aborî ya cidî bû.”
NIKARIN VEGERIN GUNDÊ XWE JÎ
Suleyman Ekîcî ji ber ku di salên 11990’î de li Mêrdînê gundê wan tê şewitandin neçar dimînin koçî vî gundî bikin û wiha got: “Ez ji gundê Xirbe Keryanê ya navçeya Kerborana Mêrdînê me. Gundê me hat şewitandin û em hatin vê derê. Li gundê me kes nema, her kes çû Ewropayê û li gund ciwan neman. Li gund bi giştî 10 kes nemane. Li Mêrdînê gundê me hat şewitandin û niha em bixwazin jî nikarin vegerin gund. Ji ber ku gund bi temamî hatiye xirabkirin li gund av û ceryan nîn e. Em neçar man koçî vê derê bikin, ji ber ku gund hatiye wêrankirin em nikarin vegerin gundê xwe jî.”