WAN - Parêzer Halîl Kaya, diyar kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş hewcehî bi verastkirineke zagonî ya nû nîne û heke mewzûata heyî bê bicihkirin, dê pirsgirêk jî çareser bibe.
Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û têkildarî mijarê tu gav nehatine avêtin. Her çend ji hêla hiqûqî ve li pêşiya berdana wan tu astengî nebin jî, ji ber polîtîkayên îktîdarê, bi hincetên weke “ewlehî” û “dikare di girtîgehê de bimîne” tehliye tên astengkirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Halîl Kaya, têkildarî mijarê axivî.
‘TIRKIYE PEYMANA KU ÎMZE KIRIYE BINPÊ DIKE’
Kaya, da zanîn ku binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş tevî pêvajoyê jî berdewam in û got: “Sepanên li girtîgehan êdî di asta binpêkirina mafê jiyanê de ne. Li dijî girtiyên edlî sepanên di mewzûatê de di meriyetê de ne lê li dijî girtiyên siyasî bi temamî dijber tevdigerin. Ev jî rê li ber binpêkirinên giran vedike. Piraniya serlêdanên ji bo komîsyonê tên kirin, têkildarî binpêkirina mafê tenduristiyê de ne. Kiryarên li dijî girtiyên siyasî, divê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de bên nirxandin. Tirkiye, peymanên navneteweyî yên îmze kirî jî binpê dike. Tirkiye bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî derveyî mewzûatên heyî tevdigere.”
‘DEWLETA FERMÎ Û YA NEFERMÎ’
Kaya, anî ziman ku di cîbicîkirina mewzûatan de cihêkariya dewleta fermî û nefermî heye û got: “Nêzikatiya li dijî girtiyên edlî û siyasî ji hev cuda ne. Êdî sepanên mafê jiyanê binpê dikin di meriyetê de ne. Ji ber ku girtiyên nexweş ên ji ber nayên tedawîkirin jiyana xwe ji dest didin hene. Li hêla din ên ji ber nayên tedawîkirin mehek du meh piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin jî hene.”
‘ATK COTSTANDARTIYÊ DIKE’
Bi domdarî Kaya, bilêv kir ku astengkirina mafê tenduristiyê divê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de bê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî Saziya Tipa Edlî (ATK) li dijî girtiyên siyasî cihêkariyê dike. Weke mînak; Hamdî Çîçek ê li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin, ji ber nexweşiya dil, tansiyon û şekirê dişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê. Nexweşxane wî sewqî ATK’ê dike. ATK jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Lê heke girtiyê edlî bûya, dê serlêdan nehata redkirin. Girtiyê nexweş Yahya Guneş jî hem pir kal e hem jî di asteke zêde de romantîzma û werimîna laşê wî heye. Lê tevî înfaza xwe temam kiriye jî ji ber zexta ‘poşmaniyê’ ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê qebûl nekiriye nayê berdan. Lewma em dibêjin ku êdî di asta binpêkirina mafê jiyanê de ne.”
ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ
Kaya, da zanîn ku girtiyên nexweş li nexweşxaneyê di qawîşên ne bi hîjyen de tên ragirtin, ev qawîş bi rûtûbet in û xerereya enfeksiyonê zêde ye. Kaya, rewşa Necdet Koç ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin bi bîr xist û got: “Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hat emeliyatkirin û di van qawîşan de hate ragiritn. Çendek roj piştre birin girtîgehê û ji ber nehat tedawîkirin, bi enfeksiyonê ket û nexweşiya wî pêş ket. Rewşa Seyfettîn Demîr û Nasir Solmaz jî giran e. Solmaz, ji ber îşkenceyê û gazên kîmyewî, hinavên wî bi temamî texrîb bûne lê dîsa jî nayê tedawîkirin.”
Kaya, anî ziman ku PKK’ê di çarçoveya pêvajoyê de her gava dikeve ser milê xwe avêtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê Tirkiyeyê tu berpirsyartiyên di mewzûatê de bicih ne aniye û ji bo berdana girtiyên siyasî tu gavek navêtiyê. Di mijara girtiyên nexweş de dev ji berdanê berde, ji bo tedawiya wan jî yek gavek neavêtiye. Ji bo vê hewcehî bi verastkirineke zagonî nîne, tenê bi mewzûatê jî bikin pirsgirêk çareser dibe. Ji bo pêşîlêgirtina mirinan, divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”