Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan

Parve bike:
STENBOL - Di çalakiya protestokirina komploya 15’ê Sibatê de li Stenbolê 16 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî hatin berdan. 
 
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de 4 jê zarok bi giştî 16 kes hatin binçavkirin. Kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta emniyetê hatin berdan.