Li Sêwregê di çarçoveya 15’ê Sibatê de civîna gel hate lidarxistin
- Rojane
- |
- 17 Sibat 2026 20:15
- |
RIHA - Li Sêwregê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sînan Turkmen, civîna gel hate lidarxistin û tê de Komploya 15’ê Sibatê hate nîqaşkirin.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi boneyeya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, civîna gel pêk hat. Civîn li Komaleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIWAN-KURD) hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sînan Turkmen ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê hatibû berdan, wekî axêver beşdarî bernameyê bûn.
Di hêwana civînê de pankarta bi nivîsa “Em ji tariya 15’ê Sibatê ber bi ronahiyê ve dimeşin” ê ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser bû, hat daliqandin. Di civîna ku bi beşdariya gelek welatiyan hat lidarxistin de, bandorên siyasî û civakî yên komploya 15’ê Sibatê, êrişên li ser Rojava û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin gotûbêjkirin.
Civîn piştî axaftinan, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.