* Hejmara komeleyên ku ji bo pêşxistin û fêrkirina Kurdî dixebitin têrê nake. Li herêmên Çukurova û Akdenîzê û li bajarên wekî Mêrdîn, Îdir, Qers, Colemêrg û gelek bajarên din komeleyên Kurdî tune ne. (DOSYA)
* Dayikên Aşitiyê yên Êlihê diyar kirin ku divê tavile desthilat gavan bihavêje û destnîşan kirin ku gava yekemîn a vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin: "Abdullah Ocalan temînata aştiyê ye."
* ÎHD'ê ya Wanê parêzer M. Salîh Coşkun, bi bîr xist ku li Rojava sûcên şer ên wekî hedefgirtina sivîlan û avêtina mirovan ji avahiyan hate kirin û got: “Divê korîdora jiyanê bê vekirin, dorpêça li ser Rojava rabe û parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî biçin wan bajaran.”
* Parêzerê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku di êrişên li ser Rojava de sivîl rasterast bûne hedef û got: "Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye, divê ev sûc neyê qebûlkirin."
* Malbatên ku ji bo hevdîtina zarokên xwe çûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dumlu ya Erziromê diyar kirin ku ew ji jiyana zarokên xwe bi fikar in û xwestin ku dawî li van zext û zulmên li girtîgehan bên.
* Hevserokê Ferat-Derê Kazim Turhal diyar kir ku gelê Kurd ne bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî, lê tenê bi Kurdî dikare hebûna xwe biparêze û got: "Ziman netewe ye. Dema ziman tune bibe, netewe jî ji kok û çanda xwe dûr dikeve û tune dibe."
* Garo Paylan ê ku polîtîkayên DYA’yê yên li ser Rojhilata Navîn dişopîne, diyar kir ku li gorî DYA’yê berjewendî di rêza yekem de ne, yên din hûrgulî ne û der barê mudaxileya Abdullah Ocalan a li dijî şer de got: "Helwesta herî mezin a şoreşgerî, parastina sosyolojiya li wir (Rojava) bû. Li gorî nêrîna min, daxwaza rêzdar Ocalan jî ev bû."
* Baroya Amedê dê rapora xwe ya bi sernavê "Nêrîn û pêşniyarên têkildarî pêvajoya aştiya civakî û entegrasyonê" aşkera bike. (11.00) ZINDÎ
* Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin, dê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bicive. (11.00)
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li navenda giştî ya partiyê Deklarasyona 8'ê Adarê aşkera bike. (11.00) ZINDÎ
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî krîza insanî û pêwîstiyên xizmetên tenduristiyê yên bajarê Kobanê dê li Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyaniyê bide. (12.30)
* MKG, dê li gelek bajaran ji bo rojnamegerên jin ên girtî qert, name û pirtûkan bişîne. (13.00-16.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'a Stenbolê dê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.30)
* Di çarçoveya hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de dê li eywaneke dawetan a li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi gel re civîn bê lidarxistin. (18.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê bi boneya salvegera banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navçeyan bi gel re civînan li dar bixe. (18.00)