Parêzer Menzione: Êrişên li ser Rojava sûcên navneteweyî û yên li dijî mirovahiyê ne

Parve bike:
ENQERE - Parêzerê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku di êrişên li ser Rojava de sivîl rasterast bûne hedef û got: "Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye, divê ev sûc neyê qebûlkirin."
 
Parêzerê Cezayê yê îtalî Ezio Menzione, peymana ku di 29'ê Çileyê de di navbera HSD û rêveberiya Şamê de hat îmzekirin û geşedanên li qadê nirxand. Menzione destnîşan kir ku ev peymana ku hin destkeftiyan misoger dike, lê mijarên xweseriya îdarî, aborî û siyasî zelal nake, ji bo çareseriya demokratîk gavekî girîng e lê bi sînor e. Menzione anî ziman ku ev peyman wekî ezmûnekî ye û pêvajoya li Rojava bi pêvajoya li Tirkiyeyê re paralel bi rêve diçe.
 
Menzione diyar kir ku êrişên komên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ku di serê meha Çileyê de li Helebê dest pê kirin û li seranserê Rojava belav bûn, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Menzione destnîşan kir ku ev êriş rasterast sivîlan hedef digirin û armanca wan koçberkirina bi darê zorê ya gelê herêmê ye û ev tişt got: "Tiştên li Kobanê diqewimin der hiqûqê ne. Bajar hatiye dorpêçkirin û xelk neçar tê kirin ku malên xwe û hemû jiyana xwe biterikînin. Me mînakên bi vî rengî li Xezeyê jî dîtin, lê ev tiştên ku diqewimin di hundirê welat de ne. Li vir dewlet bi xwe bajêr û gelê Kobanê dorpêç dike. Rewşekî wiha nayê efûkirin. Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye û divê ev sûc neyê qebûlkirin."
 
'BERPIRSIYARÊ SIYASÎ YA ÊRIŞAN TIRKIYE YE'
 
Menzione diyar kir ku berpirsiyariya êrişên li ser Rojava tenê ne ya Ehmed Şera ye, Şera li gorî polîtîkayên Tirkiye û DYA'yê tevdigere. Menzione anî ziman ku berpirsiyariya bingehîn ya van her du dewletan e û armanca wan bidawîkirina rêveberiya Kurd a li Rojava ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "DYA'yê çek û piştgirî dan hikûmeta Sûriyeyê. Lê berpirsiyariya siyasî ya Tirkiyeyê ye. Tirkiye tehemul nake ku li kêleka dewleta Tirk dewletekî serbixwe, konfederal an herêmekî xweser hebe. Niha Rojava ji herêma li Tirkiyeyê jî girîngtir e, lewra bêtir xweser e. Ev jî ji ber ku ramana xweserî û îxtîmaleke demokratîk dide Kurdên li Tirkiyeyê, wekî xetere tê dîtin. Tecrûbeya Rojava di deh salên dawî de bû tecrûbeya herî girîng a herêmê. Ji ber vê yekê DYA û Tirkiye dixwazin ji tecrûbeyekî wiha xilas bibin. Biryarên têkildarî Rojava li Enqereyê tên dayîn."
 
'PEYAMA OCALAN HEMÛ KURDAN VEDIHEWÎNE'
 
Menzione bal kişand ser xalên girîng ên peymana HSD û rêveberiya Şamê û anî ziman ku ev peyman ji bo çareseriya demokratîk dê wekî ezmûnekî be û wiha axaftina xwe bi dawî kir : "Ev lihevhatin di çarçoveya ku Abdullah Ocalan destnîşan kiribû de pêk hatiye û gavekî girîng e, lê bêguman ne gava dawî ye. Rêya ber bi avahiya konfederal a demokratîk ve hîn dirêj e. Peyama Ocalan hemû Kurdan, an bi qasî Kurdên Sûriyeyê Kurdên Tirkiyeyê jî di nav de vedihewîne. Her du xet di nav hev de ne. Armanc yek e, kîjan berê bigihîje armancê, serkeftina li welatekî ji bo serkeftina li welatê din girîng e. Yek ji mijarên sereke ne tenê endamên artêşa Kurd bi serê xwe, lê entegrasyona hemû artêşa HSD'ê ye."
 
MA / Denîz Karabudak
Nûçeyên Têkildar
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

Li Parlamentoya Ewropayê civîna ‘Diyaloga Tirkiye û Kurdan’
Li Parlamentoya Ewropayê civîna ‘Diyaloga Tirkiye û Kurdan’

Civîna ku ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîstên Pêşverû û Tifaqa Demokratan a Palamentoya Ewropayê tê lidarxistin, dê Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdar bibin.

'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'
'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'

Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê de tê wateya naskirina hêzeke siyasî.

Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin
Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin

Mazlum Ebdî, diyar kir ku rêveberiya Şamê di mijara “nav û têgehan” de pirsgirêkan dijî û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku Kurd bi xwe herêmên xwe birêve bibin.

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan

Nûnerên Kurd Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johannes Wadephul re hevdîtin kir.