WAN - ÎHD'ê ya Wanê parêzer M. Salîh Coşkun, bi bîr xist ku li Rojava sûcên şer ên wekî hedefgirtina sivîlan û avêtina mirovan ji avahiyan hate kirin û got: “Divê korîdora jiyanê bê vekirin, dorpêça li ser Rojava rabe û parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî biçin wan bajaran.”
Di êrişên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li dijî gelê sivîl komkujî hatin kirin. Di van êrişên ku di 6’ê Çileyê 2026'an de dest pê kirin de, li hemberî gelek pêkhateyan sûcên şer hatin kirin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê parêzer Mehmet Salîh Coşkun, destnîşan kir ku li Rojava hedefgirtina sivîlan sûcê şer e.
Coşkun anî ziman ku di şer de her tişt ne rewa ye û wiha ev tişt got: “Ji bo aliyên şerker, hin qanûnên ku ji aliyê hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve tên parastin hene. Divê êrişî sivîlan neyê kirin, dibistan, nexweşxane, birîndar, dîl, xebatkarên tenduristiyê û saziyên cemaweriyê di tu mercî de nebin hedef. Êrişên li ser van, di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de wekî ‘sûcê şer’ tên pênasekirin.”
'BINPÊKIRINEKÎ GIRAN Û SÛCÊ ŞER E'
Coşkun diyar kir ku hedefgirtinasivîlan binpêkirinekî giran û sûcekî sûcê şer e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Sivîl bi zenebûn nabin hedef û divê nebin hedef jî. Ev yek hem binpêkirinekî giran e hem jî sûcekî mezin e. Heke berjewendiyekî leşkerî ya mezin hebe jî, divê sivîl nebin hedef. Ev li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Dema roja wê hat, ev kiryar ji bo aliyên şerker dibin mijara darizandinê.”
'ALIYÊN ŞER BERPIRSIYAR IN'
Coşkun bal kişand ser Peymana Cenevreyê û Statuya Romayê û diyar kir ku ev peyman berpirsiyariyê li aliyên şerker digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê aliyên şerker li gorî van rêgezan tevbigerin. Rewşa şer a li Rojava, Heleb, Dêrazor, Reqa, Qamişlo an jî Hesekê jî van rêgezan ferz dike. Ji bo ku sûcên şer neyên kirin, sivîl nebin hedef û korîdorên jiyanê vebin, divê mueyîdeyên pêwîst bên sepandin. Erka sereke ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ew e ku sûcên şer belge bikin û berhev bikin. Beriya ku sûcek bê kirin, erka wan ew e ku aliyan bidin sekinandin, ber bi agirbestê û aştiyê ve bibin.”
DAXWAZA VEKIRINA KORÎDORAN
Coşkun anî ziman ku divê tavilê korîdorên jiyanê bên vekirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Avêtina laşê şervanekê birîndar ji avahiyê sûcê şer e. Belgekirina vê girîng e. Ji bo dermankirina travmayên qurbaniyên sûcên şer, divê korîdorên jiyanê bên vekirin, dorpêça li ser Rojava rabe û parazvanên mafên mirovan biçin herêmê û raporan amade bikin. Ev berpirsiyarî ne tenê ya aliyan e, ya welatên cîran û welatên garantor e jî. Li gorî peymana dawî ya agirbestê, DYA û Fransa garantor in. Ji bo vekirina korîdorên tenduristiyê û gihîştina saziyên mafên mirovan a li herêmê, erk dikeve ser milê Tirkiyeyê jî.”