'Azadiya Abdullah Ocalan misogeriya aştiyê ye'

Parve bike:
ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku divê tavle desthilat gavan bihavêje û destnîşan kirin ku gava yekemîn a vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin: "Abdullah Ocalan temînata aştiyê ye."
 
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kiribû, salek ser re derbas bû. Di vê pêvajoyê de PKK’ê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî bi dawî kir û ji qadên ku rîska şer lê hebû vekişiya. Lêbelê, li hemberî van gavan, ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve gavên şênber nehatin avêtin. Komîsyona Meclisê ya ku dihate payîn zemîna siyasî û qanûnî ji bo çareseriyê amade bike, hêj nediyar e ka dê îradeya çareseriyê di raporê de nîşan bide yan na.
 
Gelek alî li bendê ne ku dewlet gavan bihavêje, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bang li hikûmetê kirin ku tavilê bikeve nava tevgerê. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kamîle Şîmşekê diyar kir ku bi vê pêvajoyê re şer û mirin sekinîne û wiha got: "Heke bi Abdullah Ocalan re bi awayekî rast muzakere bê kirin û di vê de jidil bin, em dizanin ku ev şer dê bi temamî bi dawî bibe. Salek e diçin cem Abdullah Ocalan, lê bi xwe ji bo çareseriyê gavekî jî naavêjin."
 
'KURDAN GAV AVÊT, DEWLET MIJÛL DIKE'
 
Kamîle Şîmşekê destnîşan kir ku heke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û ew li Meclisê biaxive, dê hemû şerên li herêmê bi dawî bibin û wiha pê de çû: "Serok Apo hem aştiya herêmê û hem jî ya cîhanê dixwaze. Ew naxwaze li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê xwîna tu kesî birije. Kurdan ji bo aştiyê her tişt kir, lê dewlet her kesî mijûl dike. Di encama vê de jî li Rojava dîsa şer derxistin û komkujî kirin. Em êdî naxwazin mirin çêbibin. Wek Dayikên Aştiyê 20 sal in em ji bo aştiyê têdikoşin. Azadiya Serok Apo, li çar parçeyên Kurdistanê temînata aştiyê ye."
 
'BÊYÎ SEROK APO AŞTÎ NABE'
 
Dayika Aştiyê Melahat Sarhanê jî bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û got ku her kes behsa aştiyê dike lê êriş berdewam dikin û wiha axivî: "Kurdan li hemberî dewletê ji bo aştiyê gav avêtin, hûn jî biavêjin. Dawiya hemû şeran aştî ye. Serok Apo her tiştê ku ji bo aştiyê hewce bû kir, hûn jî bikin. Tenê dema hûn di tengasiyê de ne hevdîtinê bi wî re nekin. Hûn jî pir baş dizanin ku bêyî Serok aştî nabe. Serok Apo hemû zemîn amade kir, hûn çima amade nakin?"
 
'HETA SEROK APO AZAD NEBE BILA KES QALA AZADIYÊ NEKE'
 
Melahat Sarhanê diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan dê bibe azadiya hemû gelan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heta Serok Apo azad nebe bila kes qala azadiyê neke. Muzakereyan êdî ne li Îmraliyê, li Meclisê bikin. Heke ev bibe, dê hemû girtiyên di zindanan de jî azad bibin. Bi vê yekê ne tenê gelê Kurd, dê her kes azad bibe."
 
MA / Ozan Bayindir
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo dîtina bîranînekê, di 70 saliya xwe de bi saetan bi çiyê ve hilkişiya
Ji bo dîtina bîranînekê, di 70 saliya xwe de bi saetan bi çiyê ve hilkişiya

Fatma Aslan a 70 salî ku bi hêviya dîtina perçeyekî ji bîranîn şervanên PKK’ê yên beriya 32 salan li navçeya Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn bi rê ket, tevî şert û mercên giran gihîşt lûtkeya çiyê û got: "Ji bo serdana cihê şehîdan, ez xurt bûm."

 ‘Em tecrîdê qebûl nakin, bila gavên şênber bên avêtin’
‘Em tecrîdê qebûl nakin, bila gavên şênber bên avêtin’

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kirin û ji bo pêvajoya didome banga avêtina gavên şênber kirin.

Dayikên Aştiyê: Zarokên li Rojavayê yên me ne, bila deriyê sînor bê vekirin
Dayikên Aştiyê: Zarokên li Rojavayê yên me ne, bila deriyê sînor bê vekirin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî gefên li ser Rojavayê û dorpêça li ser Kobanê dan, diyar kirin ku heta ku Kurd bi hev re bin, kes nikare wan têk bibe û banga yekitiyê kirin.

Dayikên Botanê: Bahçelî bila gotina xwe bi cî bîne
Dayikên Botanê: Bahçelî bila gotina xwe bi cî bîne

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê bang li Devlet Bahçelî kirin û gotin:"Bahçelî dibêje mafê hêviyê pêk bînin lê di pratîkê de tiştek tune ye, bila gotina xwe bi cî bîne.”

Dayikên Aştiyê çalakiya kezî honandinê li dar xistin
Dayikên Aştiyê çalakiya kezî honandinê li dar xistin

Dayikên Aştiyê li Geverê, bi stran, tilîlî û dirûşman ve çalakiya kezî gonandinê li dar xistin.